'Li Akkuyuyê tenê bermahî man' 2018-01-20 10:01:45 MÊRSÎN - Berdevkê Platforma Li dijî Nukleerê yê Mêrsînê Albay Antmen, diyar kir ku beyî ku pêvajoya hiqûqî ya der barê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê de temam bibe, avakîrîna wê ne qanûnî ye, santrala ku temenê wê 60 sal e, dê tenê bermahiyên qirêjî bihêle.  Doza ku Saziya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK) ji bo betalkirina pêş lîsansa Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê vekiribû, li 14'emîn Dayreya Şureya Dewletê dewam dike. Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê yê Mêrsînê Albay Antmen der barê Santrala ku tê xwestin li navçeya Gulnara Mêrsînê bê çêkirin de agahî da, aşkera kir ku doza der barê stantralê de di Mijdara 2016'an de hatiye dîtin, doza betalkirinê ya rapora ÇED'ê hêj negihiştiye encamê û doz hêj li Şureya Dewletê ye.   DESTPÊKIRINA ÎNŞAETÊ NE QANÛNÎ YE   Antmen diyar kir ku rêxistinên saziyên sivîl di Îlona 2016'an de ji bo pêş lîsansa Akkuyuyê bê betalkirin, serî li Dadgeha Îdarî a Enqereyê dane, lê bi bersiva "Beyî ku doz bê lêkolînkirin biryareke wiha nayê dayîn. Mafekî me yê dozê yê wiha tune" dane red kirine, divê Dadgeha Îdarî ya Enqereyê vê biryarê rake û darizandinê bike.   Antmen da zanîn ku tu aliyê hiqûqî yê Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê tune, berî ku pêvajoya darizandinê biqede bingeha santralê avêtin û dest bi înşaetê kirin ne hiqûqî ye.   Antmen aşkera kir ku divê daraz vê rewşê bibîne destûrê nede avakirinê û ev tişt got: "Em pêvajoya darazê dişopînin. Baweriya me bi hiqûqê tê. Em dizanin daraz serbixwe ye û dê nehêle li vir santral bê avakirin. Em li bendê de ne ku şureya dewletê rapora ÇED'ê betal bike. Dê ev doz li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê bi dawî bibe û biçe şureya dewletê. Mafê temîzê yê doza rapora ÇED'ê heye."   Antmen destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin, piştî rêyên darazî yên li Tirkiyeyê qediyan dê dosyayê bibin DMME'yê.   ‘DÊ ZERARÊ BIDE TIRKIYEYÊ'   Antmen got ku xebatên santralên nukleerî di dema şerê sar de dest pê kirine, di salên 70'ê de cihekî ku ji bo santralên nukleerî hatiye veqetandin herêma Akkuyu ya Mêrsînê ye û di sala 1972'yan de li ser hilbijartina cih re 50 sal derbas bûye û di vê dema derbasbûyî de biryar şaş deketiye. Antmen diyar kir ku dê santral zerarê bide Tirkiyeyê.   BERMAHÎ DIÇI KU?   Antmen bal kişand ser bermahiyên ji ber dimînin û veşartina wan, li gorî peymanê divê biçe Rûsyayê û wiha axivî: "Destpêkê dê 2 salan li Tirkiyeyê bimînin dê, dê piştre ji bo uranyum û elementên ji navê bên girtin dê bibin Rûsyayê. Dê piştre dîsa bînin Tirkiyeyê û dê v bermahî dîsa li Akkuyuyê bên komkirin. Divê ev bermahî 100 salî bên veşartin. Tirkiye nukleerê bi perê xwe çêdike û derûdor qirêj dike. Zindiyên di behrê de tune dike. Piştî 60 salan ev santral ji hev tê vekirn û li Tirkiyeyê tu tişt namîne. Divê ev i ber çavan bên girtin."   'NEXWEŞIYÊN WEKÎ PENÇEŞÊR BI PÊŞ KET'   Serokê Odeya Tabîbên Mêrsînê Dr. Ful Ugurhan karesatên nukleerî yên Çernobîl û Fukuşîmayê bi bîr xist, aşkera kir ku dê ev felaketa mezin bandoreke cidî li ser derûdorê bike û ev tişt anî ziman: "Bandora wê de gelek salan bidome. Tenê riskek ji bo çênekirina santralê têrê heye. Li gorî lêkolînên zanyarî welatiyên li nêzî santralê dijîn di wan de nexweşiya peneçêrê zêde bûye." Ugurhan der barê ava ji behrê tê girtin û qirêjiya ku dikeve behrê de jî ev titş got: "Ava ku ji bo sarkirinê ji behrê tê girtin, ji ber radyasyonê tev li avê dibe û piştre dîsa berdidin behrê. Ev zerara herî mezin e. Ev ava piştî dibe hilm careke din dibe baran li axê vedigere. Ji ber wê zindî jî gelekî ji vê bandor dibin."   ‘EM WEKÎ HEKÎM NAXWAZIN BÊ ÇÊKIRIN'   Ugurhan derbirî ku divê ji bo ceryanê xetereyeke ew qas mezin negirin ber çavan, zêde hilberîna ceryanê polîtîkayeke kapîtalîzmê ya li ser civakê ferz dike ye û wiha pê de çû: "Ji ber ku em ê ji ceryanê sûdê bigirin pêwîst dike çend nivş bi radyasyonê re rû bi rû bimîne? Mafê tu kesî tune vê bike."   Ugurhan da zanîn ku ew wekî hekîman dixwazin pêşî li nexweşiyan bigirin, beyî ku nexweşî zêdetir bi pêş kevin ew ê li dijî santralên nukleerî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo xweza, cindî û mirovan em li dijî santralên nukleerî ne û em ê wekî hekîm li dijî vê tê bikoşin."