Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e 2021-01-21 09:21:28 MÊRSÎN - Rêxistinên hawirdorê bal kişandin ser teqîna li înşeata Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û destnîşan kirin ku ev nîşaneya ku dê di pêşerojê de bibe cihê felaketeke mezin. Hawirdorparêzan xwest projeya heyî bê rawestandin.  Li Mêrsînê di 19'ê Çileyê de li înşeata Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê ji ber dînamîtan teqînek çêbû û gelek xênî texrîb bûn. Rêxistinên hawirdorê bal kşandên ser talûkeyên santralê û xwestin rojek berî rojekê bê betalkirin.    ATAL: DI WARÊ HIQÛQÎ DE LÎSANSA HILBERÎNÊ YA SANTRALÊ TUNE YE    Parêzerê Komeleyên Hawirdorê yên Rojhilatê Behra Spî (DAÇE) Îbrahîm Hakki Atal, anî ziman ku di warê hiqûqî de lîsansa hilberînê ya santrala nukleerê tune ye. Atal, destnîşan kir ku derzên zeîman santralê û teqîna çêbûye û zirara daye derdorê ew qilqilandine. Atal, bilêv kir ku ev yek bi xwe jî dide der ku santral ji bo Tirkiyeyê pir talûke ye.    Atal, diyar kir ku hîn li holê santrala nukleerê tune ye, ûranyûm û radyo aktivîte tune ye, lê rabûne her der kirine qada şer û got: "Diteqînin. Santraleke nukleerê tê avakirin ku tenê ne Mêrsîn û Edeneyê, dê tevahiya Rojhilata Navîn û Rojhilatê Behra Spî di nav qirêjiyeke radyoaktîf de bihêle. Hîn nikarin xweşikî înşeata wê çêbikin. Îja em tevî santraleke nukleerê ya bi vî rengî çawa karibin bijîn?"    Atal, bibîr xist ku di 30'yê Mijdara 2020'an de li Dadgeha Îdareyê ya 2'yemîn a Mêrsînê daxwaza "reddî dadger" kirine, lê belê dadgehê tu biryara nedaye. Atal, destnîşan kir ku ji bo bê rawestandin dê serî li dadgehê bidin û ji bo ewlehiya gel xwest santral bê betalkirin.    OZKAN: TEQÎN BANDOR LI DERZA HÎMÊ SANTRALÊ KIR AN NA, EM NIZANIN    Berdevka Platforma Dij Nukleerê (NKP) Aycan Ozkan jî da zanîn ku Akkûyû û derdora wê nikare giraniyeke bi tonan hilgire û got: "Ji ber talûkeyên potansiyel ên santralên nukleerê, divê ne li welatê me û ne jî li welatekî din neyên avakirin. Teqîna dawî derza hîmê santralê firehtir kiriye yan na, em nizanin. Lê belê santral bixwe talûke ye û divê bê qedexekirin. Ne tenê li Mêrsînê, divê li tu derî neyên çêkirin."    ‘NÎŞANEYA KARESATAN'    Seroka Komeleya Parastina Hawirdor û Xwezayê ya Mêrsînê Sabahat Aslan jî destnîşan kir ku dînamîtên di înşeata santralê de tên teqandin hem derdorê qirêjî dikin hem jî dibin sedema hejandina erdê. Aslan, bilêv kir ku ji ber van teqaînan gelê herêmê diqilqile û got: "Heger gelê Mêrsînê bi awayekî cidî netêkoşe û pêşî li ber çêkirina santralê negire, heya biqede wê her biqilqile.    Aslan, ji bo teqaîna dawî jî got: "Awayê wê yê niha bixwe jî nîşaneya karesatekê ye ku dê di pêşerojê de biqewime."    ‘WEKÎ DÎWARÊ BAXÇE SIWAX BIKIN TAMÎR DIKIN'    Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'a Mêrsînê Îhsan Derînoz jî bal kişand ser texrîbata ji ber teqînê çêbûye û got: "Ji ber teqînê avahiyên li derdorê texrîb bûn. 86 xênî bi awayekî cidî texrîb bûne. Kesek jî birîndar bû. Ji roja ku dest bi vê înşeatê kirine heya niha gelê herêm diqilqile. Ji ber teqînan û tiştên bi vî rengî diqilqilin."    Derînoz, destnîşan kir ku partiya wan li dijî santralên nukleerê e û got: "Înşeata santralê deriziye. Ev derz wekî ku dîwarê baxçe siwax bikin tên tamîrkirin. Dê di pêş de bibe sedema encamên giran. Demildest divê ev projeya çewt bê betalkirin."    MA / Omer Akin - Hamdûllah Kesen