Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist 2021-03-03 09:19:23 WAN – Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer, diyar kir ku qedexeyên zozanan hilberîn û qalîteya hingiv xistine û got ku ji ber qedexeyan hilberîna hingiv ji hezar tonî daketiye 700 tonî.    Li bajarên herêma Serhedê, zozan, gelî û çêrgeh bi hinceta “ewlehiyê” tên qedexekirin. Ev qedexe, bi awayekî neyînî bandor li çandinî û sewalkariya li herêmê dikin. Dîsa hilberîna hingiv ku niştecihên herêmê pê debara xwe dikin jî para xwe ji van qedexeyan digirin. Li Wan û navçeyên wê ku hingiv lê tê hilberandin, di sala 2016’an de di seriya hezar tonî de hilberîn hatibû kirin, lê di salên dawîn de ev daketiye 700 tonî.    QALÎTE DIKEVE   Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer ku li Yekitiya Mêşvanan a Wanê weke Şêwirmendê Xizmetên Çandiniyê dixebite, bandora qedexeyan a li ser hilberîna hingiv û pêşniyaren çareseriyê parve kir. Uçer, agahî da ku li bajar 441 kes hilberîna hingiv dikin û 126 zozanên ku hilberîna hingiv li wan tê kirin hene û wiha got: “Li van zozanan 19 gihayên ku hilberîna hingiv zêde dikin hene. Her giha ji bo zêdebûna hingiv nabe. Ji vana 3 jê xwemalî ne. Bandora xwemalîbûnê hem ji bo qalîteyê hem jî ji bo firotina hingiv zêde ye.”   HILBERÎN KÊM DIBE   Uçer, da zanîn ku 100 zozan di bin navê “herêmên ewle yên taybet” de hatine qedexekirin û ji ber vê hilberîna hingiv daketiye û ev tişt anî ziman: “Li zozanan ji xwe hin zehmetî hene. Mîna mayîn û çûn û hatinê. Ev jî bi awayekî cidî bandor li hilberîna hingiv dike. Hilberînerên hingiv li şûna zozanan li qerexên rêyan hilberînê dikin. Ev jî qalîte û berhemanîna hingiv dixîne. Di sala 2016’an de di seriya hezar tonî de hingiv dihat hilberandin. Di salên 2018-2019’an de ev daket 700 tonî. Nekirina mêşvaniya zozanan û nêzbûna hev a mêşan jî bandor li hilberîna hingiv dike.”   PIŞTGIRIYA DEWLETÊ KÊM E   Têkildarî piştgiriya dewletê ya mêşvanan jî Uçer, got ku dewletê serê kewarê 15 TL piştgiriya darayî dide û axaftina wiha bi dawî kir: “Piştgiriya ku tê dayîn têra avakirina kargeha mêşvaniyê jî nake. Her wiha heqê kirêya ku mêşvan didin xwediyên erdan jî nake. Ev jî ji bo mêşvanan pirsgirêkeke cidî ye. Ji bo ku hilberîna hingiv bê başkirin divê piştgiriya dewlet li gorî randimanê be ne li gorî kewaran. Her wiha divê piştgiriya hingivê herêmî bê kirin û hilberandina hingivê Îranê bê kontolkirin.”   MA / Bariş Donmez