‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan' 2021-04-07 09:01:06 MÊRSÎN - Şêniyên gundê Însûyê yê Mêrsînê naxwazin li gundê wan kana keviran bê çêkirin û gotin: "Kanên keviran, ji bo qezenca çend kesan, gefê li jiyana gelek kesan dixwin."  Li gundê Însû yê navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê tê xwestin ku kaneke keviran bê çêkirin. Şîrketa Tusanê dixwaze li ser erdekî 957 donimî kana keviran çêbike. Lê belê şêniyên gund destnîşan dikin ku dê nehêlin kana keviran bê çêkirin.   Yuksel Goksel ê 73 salî anî ziman ku kanên keviran pirsgirêkeke sereke ya welêt e. Goksel, diyar kir ku 20 sal berê teqawid bûye û hatiye li gundê Însûyê bi cih bûye û saloqat li gund dimîne. Goksel, bal kişand ser zirarên kanên keviran û got: "Kanên keviran hawirdorê qirêjî dikin û dibin sedema guherandina avhewayê. Kanên keviran ji bo qezenca çend kesan, gefê li jiyana gelak kesan dixwin."    ‘WÊ ARAMÎ NEMÎNE'    Îlker Altin ê 65 salî ku havînan tê gundê Însûyê, anî ziman ku heger kan bê çêkirin dê her der di nav toz û tebarê de bimîne û wê xweza bê kuştin. Altin, bilêv kir ku ji ber qelbalixiya bajêr hatiye gund û got: "Gava kan bê çêkirin, ez bêm vira jî ez ê rihet nebim. Ê araî nemîne. Em ji ber qelebalixiya bajêr tên vira, lê em ê li vir jî ji ber qelebalixiyê deyax nekin. Tu fêdeya kana keviran li gund nabe, ji xeynî zirarê. Ê 4-5 kes qezenc bikin, lê ya bibe yê li yên din bibe. Mirov ji hewayek paqij tên vira. Lê yê ji ber vê kanê hew bên."    Hasan Eken ê 70 salî jî anî ziman ku li vê taxê çêbûe û li vir extiyar bûye. Eken, diyar kir ku qamyonên kana keviran a tê xwestin bê çêkirin di ber mala wî re derbas dibin û got: "Hê kan nehatiye çêkirin, xaniyê min ji ber qamyonên vala diheje. Gava kan bê çêkirin ê xaniyê bin xera bibe. Ez kesekî 70 salî me û ez çawa xanî çêbikim? Meaşekî me jî tune. Dahatek me jî tune. Em ê erdê xwe bajon, lê ê ji ber toz û dûmana kanê hişk bibe."    ‘WÊ DÎNAMÎT ZIRARÊ BIDIN GUNDÊ ME'    Şêniyê gund Mûstafa Keskîn ê 46 salî jî anî ziman ku taxa wan, taxeke xwezayî û sakîn e û mirov bi sewalvaî û çandiniyê debara xwe dikin. Keskîn got: "Cihê ku dixwazin kanê lê çêbikin pir nêzî gund e. Li wê herêmê nebatên endemîk hene. Ê ji ber dînamîtan zirar bigihê gundê me. Ê kevirên ji wir dipengizin gund. Her wiha ji ber dînamîtan ê derz li malan bikevin."    MA / Omer Akin