Ax Damar bi rengê biharê xemilî 2021-04-18 10:09:32 WAN - Girava Ax Damar a li Gola Wanê, bi hatina biharê re bi rengê gul û kulîlkên biharê xemilî.   Li Gola Wanê ku îsal di pêşbirga Turnûvaya Cîhanê ya NASA de wêneyê wê bû wêneyê herî xweşik, bi giravên xwe balê dikişînin ser xwe. 4 girav li Gola Wanê hene. Yek ji giravên herî navdar Girava Ax Tamara ye. Giravên Adir, Çarpanak û Çûkan jî xwedî taybet in, lê ne bi qasî Girava Ax Tamara ye. Girava Ax Tamara bi dêra Ermeniyan a dîrokî balê dikişîne ser xwe. Bi hatina biharê Girava Ax Tamara ku nêzî Navçeya Westanê û li tenişta Çiyayê Artosê ye, bi reng û xemla xwe balê dikişîne ser xwe.    Girava Ax Tamara ku bi Dêra Surp Xaç û gorên dîrokî navdar e, di heman demê de yek ji gravên herî zêde turîstan li xwe dike mêvan e. Girava Ax Tamara li gel cureyên sewalan bi cureyên nebat, gul û çîçekan jî balê dikişîne ser xwe. Bi taybetî refên qaqlîbazan, kîvroşk, kîso, perperok, bilbil û gelek cûreyên çûkan girav şîn û geş e. Dîsa di meha Nîsanê de bi rengê kulîlkên bihîv û dar û beran xwezaya giravê rengîn dibe. Bi zindîbûn, reng û bêhna xwe girav mirovan mest dike. Ji ber xweşikahiya Giravê ya ku di nava Gola Wanê de geş e, li aliyekî çiyayê Artosê ku bi berfê xemilî ye, li aliyê din çarmedorê wê ku bi ava şîn hatiye pêçan, her roj bi sedan kes ji navçe û bajarên derdorê diçin wê ziyaret dikin.    MA / Gokhan Altay