Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin 2021-04-19 09:05:19 STENBOL – Ekolojîstên li dijî qetilkirina xwezayê ya li Licê derketin, xwestin ku tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî qetilkirina xwezayê derkeve û ev tişt gotin: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan.”  Di operasyona leşkerî ya hewayî û bejahî ku di 14’ê Nîsanê de li gundên Dêrxust, Huseynîk û Qerehesen ên navçeya Licê ya Amedê hat destpêkirin de leşkeran gelek darên gundiyan birîn. Ekolojîstan banga rawestandina birîna daran kirin. Ekolojîst Cemîl Aksû, diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê, birîna daran li herêmê rûtîn bûye û qadên daristan tên tunekirin û li şûna wan qereqol tên avakirin. Aksû, destnîşan kir ku li gorî raporên tên weşandin birîna daran li herêmê 2 qat zêdetir bûye û got ku desthilat bi çavê keresteyan li daran dinêre.    ‘ÇAVKANÎ JI ŞER RE TÊN VEQETANDIN’   Aksû, bi lêv kir ku çavkaniyên welat ji şer tên veqetandin û feydaya polîtîkayên şer ku tên rapelikandin ji welat re tuneye û wiha got: “Bersivandina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên şer hem dibe sedema qetilkirina demokrasiyê hem jî dibe qetilkirina daristanan. Di vê pêvajoya şer de ku kesên herî zêde qezenc dikin, xanedanên şer û şîrketên medenan e. Ji ber ku desthilat her tiştê têkildarî Pirsgirêka Kurd terorîze dike, qetilkirina xwezaya erdnîgariya Kurdistanê nayê dîtin. Tirkiye weke waliyên mêtingehkar li dijî kurdan tevdigere. Li Kurdistanê siyaseta mêtingehkar pêk tê. Belê ew der welateke cuda ye û xwe gihandina wî welatî bi rastî jî pir zehmet e. Ji bo vê têkoşînên mezintir pêwîst in.”   ‘WÊ AŞTÎ XWEZAYÊ RIZGAR BIKE’    Berdevkê Piştevaniya Stenbolê ya Kazdaglari Melîs Tantan jî diyar kir ku tunekirina daristanan a li Licê bi hincetên cuda li deverên din ên Tirkiyeyê jî didome û ev tişt got: “Em weke ekolojîstan li dijî her cure tunekirina daristanan in. Qetilkirina qezayê hin caran bi hinceta “ewlehiyê” hin caran jî bi hinceta “enerjiyê” pêk tê. Hincet çi dibe bila bibe divê kesên xwezaparêz li dijî vê derkevin. Li Licê jixwe polîtîkayên ewlehiyê hene. Hedefgirtina van polîtîkayan a xwezayê mirov xemgîn dike. Divê dawî li vê polîtîkayê bê. Aştî çawa ku mirovan xelas dike, dikare xwezayê jî xelas bike. Divê ev weke daxwazeke lezgîn bê ziman. Ji bo ku polîtîkayên ewlehiyê li herêmê tune bibin û birîna daran bê rawestandin divê tevahiya Tirkiyeyê bi hev re li dijî van polîtîkayan derkeve. Çawa ku em vê ji bo Kazdaglari dikin divê em ji bo Licê jî bikin. Di navbera her du yan de ferq tuneye. Divê em ji bo Licê dengê xwe bilind bikin.”   MA / Kadîr Guney