Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin 2021-04-20 15:03:03   COLEMÊRG – Li navçeya Geverê avêtiyên petrole li qerexê rûbar vala kirin. Ev li navçeyê bû sedema bertekan.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, kes ango kesên nasnameya wan nediyar avêtiyên petrolê li qerexê rûbarê li Kolana Cengîz Topal vala kirin û rûbar qêrijî kirin. Ji ber avêtiyan ava rûbar reş diherike û bîn dide. Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan û tê angaştkirin ku ofîseke petrole ya nêzî rûbar avêtiyên li qerexê rûbar vala kiriye.    ‘MIROV EWQAS JÎ XEMSAR NABE’   Welatiyê bi navê Lokman Soydan bi van gotinan bertek nîşanî valakirina avêtiyên petrole da: “Li xwezayê tu tişt ji zîndewaran re nehiştin. Hemûyan qetil kirin. Ne mesî ne pezkofî ne jî daristan hiştin. Daristanên me dişwetînin kes dernakeve û nabêje, ‘hûn çima wiha dikin’. Xwezeya me qetil dikin. Kezeba me diweşite lê tiştek ji destê me nayê. Gelo qaymeqam tiştên dibin nabîne? Qaymeqam ji bo perê avê dikare mirovan aciz bike lê dema ku mijar dibe xweza çima tiştek nake? Mirov ewqas jî xemsar nabe. Petrola hatiye avêtin ne mazota şexsan e. Kesekî çima ewqas mazot bîne.”   GIRÎNGIYA  RÛBAR   Welatî Zubeyd Canan jî got ku bi qêrijkirina rûbar re jiyana bi hezaran zindewaram letiye bin xetereyê, guneh e, hemû avdanî bi vê avê tê kirin, bi mazota hatiye avêtin hemû mesî û qadên çandiniyê jehrî bûne.