Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê 2021-04-21 09:00:51 ŞIRNEX - Li taxa Cûdî ya Cizîrê kanalîzasyonên 100 malan tune ye û avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê. Ligel ku welatiyan serî li qeyûm dan jî, xebat nehat dest pê kirin. Ji bo çêkirina kanalîzasyonê welatiyan dest bi kompanyeya îmzeyê kirin. Li taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê, ji ber pergala kanalîzasyona ji 100 malî zêdetir tuneye, ava qirêj diherike newala di nava taxê derbas dibe û ji wir jî tevlî ava Çemê Dîcle dibe. Ligel hemû serlêdananên niştecihên taxê yên ji bo çêkirina kanalîzasyonê jî, Şarederiya Cizîrê ya dibin rêveberiya qeyûm de ye, heya niha dest bi tu xebatî nekiriye. Di heman demê de, ji bo ku konteynerên çopê jî tuneye, welatî neçarin ku çopa xwe bavêjin çem û ev jî dibe sedem ku behna nexweş li derdor belav bibe. Lê  li aliyên din ve jî qeyûm  dibêje ku taxên ku kanalîzasyonên wan nehatine çêkirin nema ne û bi vî awayî propagandaya xwe ya bajêr nû kiriye dike. Niştecihên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin, li taxa wan kanalîzasyon bê çêkirin.   'KANALÎZASYONÊN TAXÊ TUNE NE'    Ji welatiyên taxê Hûsam Sarak, anî ziman ku ew bi salane li dijî vê pirsgirêkê têdikoşin û wiha axivî: "Mala min, li kêleka dolê ye. Hemû qirêjî diherikin vê dolê. Ev 10 salin em di vê rewşê de ne.  Ji ber bêhna çop û kanalîzasyonê ez nikarim li vir bisekînim. Ev 20 salin min ev xanî çêkiriye rê nayê xaniyê min. Şaredarî xîzmet nake. Em dixwazin ku ev pirsgirîke êdî bên çareserkirin. Kî hatibe gotiye em ê çê bikin, çênekiriye. Cîrana me nexweşe ji ber ku rê tune ye nikare biçe nexweşxanê. Ev deh caran kurê wê çû şaredariyê ku riya wan çêbikin ku bikaribe diya xwe bibe nexweşxanê. Lê çênakin. Kanalîzasyonên taxê tune ne. Ava kanalîzasyona taxê hemû diherike vê dolê. Ev ava nepaqij jî diherike çemê Dîcle. Hemû nexweşî jê çêdibin. Em mexdurin. Ji ber vê bêhnê heta ku em nikarin di bexçeyên malên xwe de rûnin. Bila vê pirsgirîkê çareser bikin."    'BILA ŞAREDARÎ BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'   Ayşe Noyan jî, diyar kir ku heta niha wan bi dehan caran serî li şaredariyê kiriye lê ev pirsgirika wan nehatiye çareserkirin û wiha got: "Em 15-20 salin vê pirsgirîkê dikêşin. Riya me nayê çêkirin çopên me nayê avêtin û kanalîzasyonên tax nayên çêkirin. Ne wesayît  dikarin bên ber deriyê me û ne jî em dikarin ji bê vê bêhnê derbikevin. Em deh caran pêtir çûne şaredariyê û ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê me li taxê îmze kom kirin, lê dîsa jî pirsgirîka me çareser nekirin. Ne pir,ne rê û ne jî çopdank heye. Zivistanê jî her der heriye. Ji ber heriyê mirov nikare tevbigere. Em dixwazin ku şaredarî bi berpirsyar tevbigere û van pirsgirikan çareser bike."   'EM BI ŞEV NIKARÊN PENCEREYÊN XWE VEKIN'    Remzîye Şaman jî da zanîn ku kanalîzasyona sed malan di nava tax de derbs dibe û got ku ji ber bêhnê zarokên wan nexweş dikevin û wiha bilêv kir: "Ne riya me heye û ne jî xweşiya me heye.Par bavê cîranê me krîza dil derbas kir. Ji ber ku kolan ne xwediyê rê bû, wî  bavê xwe girt ser pişta xwe û  heta ku birî bavê wî jiyana xwe ji dest da. Nexweşiyên me çêdibin, em nikarin biçin ser cehdê. Wesayîtên çop nayên vê derê. Herkes çopê xwe diavêje dolê. Ne ambulans dikare were û ne jî wesayîta agirkuj dikare bê vê derê. Gava ku wextê dengdanê tê ew her êvar tên û ji me re yî dixwazin. Lê niha kesek rewşa me napirse. Niha sed kanalîzasyon di vê dolê de derbas dibin. Em êvarê nikarin pencereyên xwe vekin. Daxwaziya me ew e ku di serî de kanalîzasyonên me bên çêkirin. Ev mafê me yê sereke ye. Em di sedsala 21'emîn de ne û navenda bajêr kanalîzasyon tune ye ma ev rewa ye?"    MA / Zeynep Dûrgût