Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin 2021-05-17 13:23:00   RÎZE - Ji bo ku çûyîna Îkîzdereyiyan a kana kevir a tê xwestin lê bê çêkirin asteng bikin, gelek esker û TOMA sewqî heremê hatin kirin.    Nobeta welatiyan a li navçeya Îkîzdereya Rîzeyê ya li dijî kana keviran a Cengîz Înşaat dixwaze çêbike, ket roja 27’an. Piştî qedexeya Walitiya Rîzeyê ya çalakiyan, di saetên serê sibê de gelek esker û TOMA sewqî heremê hatin kirin.  Eskeran bi hemû rêyên diçin newalê, peyarê jî girtin. Welatiyan jî, diyar kirin ku ji bo nehêlin kana keviran li newalê bêçêkirin bi biryar in û ber bi newalê ve bi rê ketin.