Bendav nahêle masîpank zêde bibin 2021-05-20 09:00:18   WAN - Li Erdîşê ava Bendava Morgedîkê ji bo masîpankan dibe cihê xetereyê. Ji ber ku pêşî li ber avê hatiye girtin, masî bê oksîjen dimînin û ev bêoksîjenî jî nahêle masîpank zêde bibin.    Li Hewzaya Golana Wanê ji 15'ê Nîsanê heya 15'ê Tîrmehê zevtkirina masîpankan qedexe ye. Ji lew re ev dem wexta zêdebûna masîpanka ye. Yek ji deverên ku masîpank hêkên xwe lê datînin jî Delî Çaya Erdîşê ye. Lê ji ber ku pêşî li ber ava Bendava Morgedîkê ya li ser Delî Çayê hatiye girtin, ev yek ji bo zêdebûna masiyan bûye cihê xetereyê.    Piştî ava robar hat kêmkirin, mahsî bê oksîjen dimînin û ev yek jî dibe sedema mirina wan. Her wiha ji ber ku robar nayê paqijkirin, çopên kom bûne jî zirareke mezin didin masîpankan.