Darên fisteqan hişk dibin 2021-05-25 09:01:30 RIHA - Li Rihayê darên fisteqan hişk dibin. Cotkar jî li gor quweta xwe hewl didin darên xwe bi xelasiyê bixin.  Îsal ji ber baran kêm bariyaye, li Deşta Mezopotamyayê rewşa çandiniyê jî nebaş e. Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Riha di kategoriya "ziwabûna awarte" de ye. Li bajêr ji ber ziwabûnê ji niha de darên fisteqan zer bûne.    DAR BÊVÎTAMÎN IN    Li gor daneyên TUÎK'ê yên sala 2019'an, li Tirkiyeyê di sala 2019'an de 85 hezar ton fisteq hatine berhevkirin û ji van fisteqan 31 hezar û 931 kîlo yên Rihayê bûne, 26 hezar ton û 343 kîlo yên Dîlokê û 12 hezar ton û 208 kîlo jî yên Sêrtê bûne. Di sala 2020'î de jî li seranserê Tirkiyeyê 200 hezar ton fisteq hatine berhevkirin û ji vana 100 hezar ton ên Rihayê bûne.    Li Taxa Esemkûlû ya navçeya Karakopru ya Rihayê cotkar Omer Çoban, anî ziman ku darên wan zer dibin û got: "Îsal ji ber ku baran pir nebariya darên me hişk dibin. Li tevahiya Rihayê wisa ye. Îsal darên me bêvîtamîn man. Ji ber baran nehat, gubreyê ku me da daran jî bêkêr bû."   DÊ BI KÊRÎ ÇI BÊ?    Çoban, da zanîn ku rewşa darên axa sor li gor ên din çêtir e û got: "Mirov nikarin darên xwe av bidin. Heger wisa dewam bike dê darên me tev hişk bibin. Haya kesî ji me tune ye, bila werin halê me bibînin. Ma em ê ji dewletê re bêjin çi? Me ji Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr re got. Ê bi kêrî çi bê? Hebûn û tunebûna me ne xema wan e, îja dê têkevin etra fisteqan!"    TIŞTEK NAYÊ KIRIN    Çoban, diyar kir ku darên li baxçeyên wî û yên li taxa wan darên temenmezin in û got: "Çi ji destê me hat me kir ji bo daran. Ê darên me bi xelasiyê bikevin an na, em nizanin. Em li gor quweta xwe hewl didin darên xwe bi xelasiyê bixin. Ne tenê darên min, darên her kesî hişk dibin. Bi hezaran dar hişk dibin. Heyf e. Ji bo pêşîlêgirtinê tiştek nayê kirin."    BANDORA ZIWABÛNÊ    Hîndekarê Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen jî anî ziman ku vîrusa "Pyhtoplasma" ku li Riha, Dîlok û Mereşê zêde ye, bandora ziwabûnê zêdetir dike û got: "Dibe ku ji ber vê nebat baş têr nebûbin." Ozturkmen, bilêv kir ku çareya herî berbelav ew e ku mirov serûman li daran bixe ku biquwet bibin û got: "Divê ev serûm a hesin, çînko û organîk be. Her wiha divê dar baş bên avdan. Heger ne ji ber ziwabûnê be, lê ji ber vîrusê be jî divê heman tişt bê kirin. Heger dar baş bê têrkirin dê bi xelasê bikeve."    Ozturkmen, destnîşan kir ku heger ev tevdîr bên girtin, dê berdariya fisteqan jî kêm nebe.   MA / Lezgîn Tekay