Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin 2021-06-23 11:48:08   AMED - KAYY-DER diyar kir ku wê lêgerîna madenê ya li Geliyê Perî ya li Çewligê dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe.    Komeleya Civakî, Alîkarî, Pêşçevûn û Çandê (KAYY-DER) a navçeyên Gêxî, Dep, Azarpêr, Xorxol û Çêrme têkildarî Geliyê Perî ku li Çewligê ye û tê xwestin lêgerîna madenê lê were kirin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin Şîrketa Metalê ya Madenê ya Çewligê xwestiye li derdora gundê Eskîkavak a bi ser navçeya Gêxî li madenê bigere lê di encama dozê de dev jê berda ye û heman şîrketê vê carê rapora ÇED’ê amade kiriye û qada xebatê bêtir mezintir kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê lêgerîna madenê ya li Geliyê Perî dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe. Di daxuyaniyê de hat gotin heke ev lêgerîn pêk were wê xweza û jiyana ajalan talan bibe û ev lêgerîna ji bo madenê tê kirin jî ji bo rantê tê kirin. Di daxuyaniyê de bang li hemû derdoran hat kirin ku xwedî li Geliyê Periyê derkevin.