Li Bestayê şewat belav dibe 2021-06-29 11:56:07 ŞIRNEX - Li herêma Bestayê ya Şirnexê şewata daristanê ku duh dest pê kir, her ku diçe belav dibe û hêj mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.  Li herêma Bestayê ya Şirnexê, bi destpêkirina operasyonên leşkerî re duh li deverên Girêgivara, Bestahincê, Germav û Kanîfeşkê agir bi daristanê ket û şewat belav bû. Hat zanîn ku şewat li herêmên Girê Helisyê, Girê Simgê û Av Tehlê belav bûye û dar û ber dişewitin. Hêj mudaxileyî şewatê nehatiye kirin û ev şewat dibe sedema talankirina xwezayê û mirina ajalan.