Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne 2021-07-17 09:18:43 ŞIRNEX - Dê Gelî û newala Êwilê ya li navçeya Qilebanê di bin ava bendava "ewlehiyê" de bimînin.  Bendavên "ewlehiyê" yên di sala 2009'an de li Şirnexê û navçeyên wê ji aliyê DSÎ ve dest bi çêkirina wan hatin kirin, gefê li ekosîstema herêmê dixwin. Ji navenda Şirnexê heya gundên Qilebanê serê 10 kîlometreyan bendav hatine çêkirin û ji ber van bendavan robar ziwa bûne. Ji Bajaroka Hîlalê ya Qilebanê heya Gundê Xebûrê heya niha 6 bendav hatine çêkirin.    Li gundê Kirorê jî, bendava li gelî û newala Êwilê hat temamakirin. Dê ji ber vê bendavê newala Êwilê di bin avê de bimîne.    DÊ CERYAN NEYÊ HILBERANDIN   Hêdî hêdî gola bendavê tije dibe û tê payîn ku dê di nêz de qalpaxên wê bên girtin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku dê ji vê bendavê ceryan neyê hilberandin, ji lewre ji ber ku herêm cihekî biqelaç û kosp e, erdên wê yên mezin ên çandiniyê tune ne û dê ji bo avdaniyê jî neyê bikaranîn. Heger bendav tije bibe, wê qada jiyanê ya gelek heywan, nebat û candaran jî tune bibin. Her wiha dê hin erdên gundiyan jî di bin avê de bimînin. Bi çêkirina bendavan re ekolojiya herêmê tê serobinokirin.    NEWALA ÊWILÊ    Newala Êwilê ku dê di bin ava bendavê de bimîne, bi ava xwe ya zelal û cemidî mirovan heyr û hejmetkar dihêle. Gelek kes ji bo geştê û seyranê tên vê newalê. Dirêjahiya wê bi qasî kîlometreyekê ye û xwezahez carinan ji bo parkûrên meşê tên vê derê.    QIRKIRINA DARAN   Ji ber ku wê herêm dibin avê de bimîne, dest bi çêkirina rêyên nû hatine kirin. Li Çiyayê Êwilê, ji bo çêkirina rêyan dar tên birîn. Li aliyekê ji ber bendavê wê gelek dar dibin avê de bimînin û gelek dar jî, ji kokê de tên rakirin.    MA / Dilgeş Rûvanas