Li Antalyayê şewata daristanan didome 2021-08-06 14:45:26   ANTALYA - Şewata daristanan a li Manavgatê dest pê kir û belavî navçeyên Gundogmuş, Îbradi, Alanya û Aksekî bû, 10 rojin dewam dike.    Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê, şewata daristanê ya di 28’ê Tîrmehê de dest pê kir, her ku diçe belav dibe. Şewata ku li Manavgatê roja ewl li 4 cihan dest pê kir, ji ber ku pir dereng mudaxileyî wê hat kirin, belavî navçeyên Aksekî, Gundogmûş, Îbradi û Alanyayê bû.  Di şewatê de, heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên hem hewayî û hem jî bejahî yên vemirandina şewatê dewam dewam dikin.    Şewata ku li taxên Beygin, Dortkoy, Çardak, Kizildag û Gundogmuş ên navçeya Manavgatê berdewam dike, belavî Deşta Eynîf a navçeya Îbradi dibe.   Di heman demê de kesê C.Y yê 16 salî ku di çarçoveya lêpirsîna şewata daristanên Antalyayê de hatibû binçavkirin, ji ber "bi zanebûn daristan şewitandinê" hat girtin.