Li Milasê şewat hat vemirandin 2021-08-09 13:33:04   MÛGLA - Hat ragihandin ku li Mîlasê şewata daristanan hatiye vemirandin û xebatên cemidandinê dest pê kiriye   Li navçeya Mîlasê şewata daristanan di roja 10'an de hat vemirandin. Li gorî agahiyên ku ji Şaredariya Mîlasê hatin bidestxistin, şewata li tevahiya navçeye hatiye vemirandin û ji hewa û bejahiyê ve xebat^ne cemidandinê li navçeye dest pê kirine. Her wiha ji bo xebatên tespîtkirina xesaran û alîkariya kesên mexdûr jî xebat hatine destpêkirin.    Li aliyê din li navçeyên Seydîkemer, Koycegîz, Kavaklidere û Menteşeyê jî şewatên daristanan didomin.