Li Besta û Heftanîn koka daran anîn 2021-08-11 15:03:22   ŞIRNEX - Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê, bi sedan cerdevanan, li herêma Besta û Heftanînê daran birîn.    Hat diyarkirin ku li bakurê herêma Besta ya Şirnexê û herêma Avagûzê ya bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê ya ser xeta sînorê navçeya Qilebanê, bi ji sedî zedetir cerdevan daran birîn. Cerdevanên ku anîn bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê 30 ji wan derbasî wî aliyê sînor û yên mayî jî li herêma Bestayê daran dibirin.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, di ser gundê Nêrweh ê Qilebanê de bi qasî 5 kîlometreyan cerdevan derbasî Herêma Kurdistanê bûne û 4 roj in li herêma Avagûzê daran dibirin. Darên ku dibirin bi traktoran dikişînin herêmên leşkerî.