Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket 2021-08-27 16:46:17   BEDLÎS - Li derûdora Gola Kratera Nemrûdê şewat derket û bi mudaxileya geştiyaran û tîmên agirkujiyê hat kontrolkirin.    Li derûdora Gola Krater a Nemrûdê bi ser navçeya Tetewana Bedlîsê ve agir bi daristanê ket. Gola Krater a Nemrûdê di cîhanê de gola duyemîn a mezin e û li Tirkiyê jî gola herî mezin e. Her sal bi sedan geştiyar diçin serdana golê. Geştiyaran mudaxileyî agir kirin û kontrol kirin. Pişt re jî agahî dan tîmên agirkujiyê.    Çend roj berê Gola Kratera Nemrûdê bi biryara Serokkomariyê hildan bin parastina “Qada Hesas a ku Teqez Were Parastinê.”    Miduriyeta Daristanan a Bedlîsê daxuyanî da û ragihand ku şewat hatiye kontrolkirin.