Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin 2021-08-30 13:24:18 SÊRT - Şandeya HDP’ê ya li Çemê Zorava ya tê xwestin ku HES’a duyemîn ser were çêkirin, lêkolîn kir, wiha got: “Divê planên HES’ê werin betalkirin û hemû zîndewarên avê werin parastin.”     Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî projeya 2’yemîn a HES’ê ku tê xwestin li ser Çemê Zorava yê di nava gundê Şavûran ê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê de derbas dibe were çêkirin, li herêmê lêkolîn kir. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê yên HDP’ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez di şandeyê de cih girtin. Cendermeyan, HDP’iyên ku xwestin bi şandeyê re biçin herêmê asteng kirin û tenê hiştin Beştaş, Kizildere, Sonmez û Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Yûsûf Batûr derbasî herêmê bibin. Şandeya ku li herêmê geriya pişt re derbasî gundê Şavûran bû û bi gundiyan re axivî. Gundiyan, têkoşîna ku nêzî 3 salan didin ji şandeyê re vegotin û diyar kirin ku ji bo jîngehên wan ji holê ranebin wê têbikoşin.    ‘DIVÊ PROJE DEMILDEST WERE BETALKIRIN’   Şandeya ku li herêmê geriya û gundî guhdar kirin, ev tespît ji raya giştî re parve kirin:    “*Baran HES a li ser Çemê yekemîn hatiye çêkirin santraleke ku reqamên hilberîna wê pir kêm e.    * HES’ê pezkovî û xezal ji cihê wan kiriye û bûye sedemê windabûna cûrbicûriya jînê. Cûreyên masiyan ji holê rakiriye, çavkaniya avdanê biriye û qadên sewalkarî û çandiniyê di nav betonê de hiştiye.    * Rayedaran, 2’yemîn HES’a tê plankirin ligel rapora ÇED’ê ya neyînî bi hilbijartin û îmzeyê pejirand û qanûn binpêkirine. Divê derbarê rayedarên ku bi lez û bez ev yek kirine de lêpirsîn were vekirin û têkiliya wan û şîrketê were lêkolînkirin. Ger ku HES were çêkirin Çemê ku yekane çavkaniya jiyanê ya herêmê ye wê ji holê rabibe. Wê zirarên jê veneger bide cûrbicûriya jînê, çand û sewalkariyê. Herêm li dijî çêkirina HES’ê ye. Divê ev proje demildest were betalkirin. Divê ji bo herêmê biryara parastinê were girtin.    * Herêma çem tê de derbas dibe û bi awayekî cidî qeyrana avwehayê bandor lê kiriye ligel çem û daran jî pileya germê 46’e. Di rewşeke ku av û dar nebin de wê encam nebaştir bin.    * Gelê herêmê ji xweza, dîrok û çanda xwe tê veqetandin.    * Wê çemî ji holê rakin, bandora qeyrana avhewayê zêde bikin û mafên jiyanê yên nifşên nû ji destê wan bigirin. Ji ber vê yekê divê hemû planên HES’ê yên li herêmê bên betalkirin û hemû zîndewarên avê bên parastin.”