Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin 2021-08-30 13:40:33 DERSIM - Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê şewatên daristanan di cih de şopandin diyar kirin ku armanca şewatan ew e ku rant were kirin û herêm bêmirov were hiştin.    Li navçeya Xozata Dersimê di 17’ê tebaxê de piştî oprasyona leşkerî şewata daristanan derket. Şewat heta çoltera Pulurê belav bû. Leşkeran nedihişt xelk mudaxileyî şewatan bike. Bertekek mezin li dijî xemsariya rayedaran çêbû. Piştî 13 rojan ji hewayê ve mudaxileyî şewatê hat kirin. Şewata li Xozatê hêj didome. Xebera şewatek din jî ji Newala Roj a di navbera Geliyê Pulumûriye û Mûnzûrê de cih digire hat.    Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê çûn herêmê û şewatê di cih de şopandin. Nûneran behsa şewatê kirin.    DARISTAN BI TUNDIYEK BÊPÎVAN RE RÛBIRÛ NE    Ji aktîvîstên parastina xwezayê Haydar Çetînkaya da zanîn ku hewldana wan vemirandina şewatê her tim ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin û piştî berteka li dijî şewatê belav bû bi helîkoptêran mudaxileyî şewatê hat kirin. Çetînkaya anî ziman ku di şewata daristanan de cotstandardî heye û 20 sal in daristanên herêmê bi tundiyek bêpîvan re rûbirû ye û ev dibe sedema şewata daristanan.    ARMANC BÊMIROV HIŞTIN E    Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê Selman Yeşîlgoz jî destnîşan kir ku ji ber di rojên ewil de mudaxileyî şewatê nehat kirin bi sedan hektar qada bi daristan şewitî û di şewatê de tenê ne dar û ber, hemû zindîwer jiyana xwe ji dest dane. Yeşîlgoz anî ziman ku ev şewata li Dersimê ne ya ewil e û got: “Bi salan e erdnîgariya Dersimê û bi giştî jî erdnîgariya Kurdistanê tê talankirin, şewitandin û valakirin. Bêtehamuliya li dijî ziman, bawerî û çanda me tê nîşandan, bi heman awayî li dijî erdnîgariya me jî tê nîşandan. Ji sala 1938’an ve şewat wek polîtîkayek dewletê berdewam dike. Dixwazin ku herêma Dersimê bi temamî bêmirov bihêlin. Dixwazin ku li vir agir bibare û kes nikaribe bijî. Berê jî bi bendav û HES’an xwestin erdnîgariya Dersimê talan bikin. Niha jî bi şewitandina daristanên me dixwazin herêm bêmirov bimîne û mirovên me ji vir koçber bibin. Sedemek din a şewatê jî ew e ku rê li ber rantê vekin da ku şîrketên madenê werin vir talan bikin. Em li dijî van hemû kirinan banga xwedî derketina axa xwe li gelê xwe dikin.”    LEŞKER VEMIRANDINÊ ASTENG DIKIN    Hevserokê Şaredariya Bajaroka Periyê Oran Çelebî ku ji wezîfeyê hatibû girtin jî diyar kir ku hewldana welatiyan a mudaxilekirina şewatê her tim ji aliyê leşkeriyê ve tê astengkirin û ev yeka ku leşker dikin nayê qebûlkirin. Çelebî got piştî operasyonan leşker bi zanebûn şewatê derdixin û vê ji xwe re kirine wek rêbazek û vê şewata dawî bi sedan hektar qad şewitî ye.    Serokê Rêxistina EMEP’a Dersimê Ergîn Tekîn jî destnîşan kir ku mudaxileya li dijî şewatê gelek keêm e û piştî her vemirandin şewatek nû derdikeve û li deverên din ji bo vemirandina şewatê seferberi tê ragihandin, lê li herêma wan mudaxilekirina vemirandinê tê astengkirin.