Dê xwezayê pêşkeşî aboriya şer bikin 2017-10-05 09:23:59 ÎZMÎR – Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku bi pêşnûmeya qanûnên torbe ku armanc dikin ji bo lêgerîna madenê şertê rapora ÇED'ê ji holê rakin. Çirak, anî ziman ku bi vê guhertina qanûnan armanc dikin ku xwezayê pêşkêşî aboriya şer bikin.  Li ser daxwaza sermayedaran hikûmet hewl dide ku bi pêşnûmeya qanûnên torbe, ji bo lêgerîna madenê şertên rapora ÇED'ê ji holê rake.  Bi rakirna şertên rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED), dê bêtir xweza û derdor talan û wêran bibe. Dîsa dê şertê ku di 3 mehan de rapora ÇED'ê amade bike bînin. Têkildarî pêşnûmeya qanûna torbe Ekolojîst Erol Çirak nirxandinên girîng kirin. Çirak, anî ziman ku bi vê guhertinê armanc dikin ku ekolojî û xwezayê pêşkêşî aboriya şer û sermayedaran bikin.    Çirak, destîşan kir ku bi van guhertinan armanc dikin ku talankirin û wêrankirina xwezayê veşêrin û wiha got: "Em dibînin ku komkujiya xwezayê derketkiye asta herî jor. Dixwazin li gorî zagonan talan bikin. Bi taybetî naveroka vê pêşnûnayê jibo sermayedaran hatiye amadekirin. Dixwazin dema xwediyê şîrketdan dixwazin projeyê lêgerîna madenê amade bikin rastî astengiyên birokrasiyê neyên. Ji ber vê yekê rapora ÇED'ê li pêş xwe asteng dibînin. Li Tirkiye nêzî 35 hezar ruhsat dane şîrketên madenê. Şîrketên ku berê ruhsata lêgerînê stendine dê ji nûve rûhsatê bistînin. Bi vî rengî pêşiya lêgerîna madenê ya şîrketan vedibe. Hemû sînorên li pêş wan tên rakirin.    Çirak, anî ziman ku şîrketên madenê, li gorî zagonên heyî, divê berdêla tahrîbata ku di xwezayê de ava kirine nêvî bidin û wiha got: "Li gorî vê qanûnên torbe, êdî şîrket dê tu betelî nedin û dest bi lêgerîn û avakirina kanên madenê bikin. Wekî Çiyayê Kaz û Çiyayê Cerattepe de karibin serbest daran bibirin û daristanê talan bikin. Dê xweza û daristanê talan bikin. Berê ji bo çêkirina rê û birîna daran heqê daran dida. Lê bi van guhertinên qanûnan dê êdî tu berdêlên daran û zerarê nedin.    HEMÛ RANT LI NAVENDÊ KOM DIBE   Çirak, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi vê guhertinê dixwaze hemû rantê li navendê kom bike û wiha got: "Bi vê pêşnûnayê hemû rant li navendekê kom dike. Bi van guhertinan pergala rantê ava dike. Li bajaran bi riya Waliyan, li navçeyan jî bi riya Qeymeqaman dê destûr bê dayîn. Hemû xebatên lêgerîna madenê dê bi rantê ve bê girêdan. Karsaz û sermayedar dê rantê bidin navendê. Heta niha Waliyan li gorî pîvanên xwe biryara raporên ÇED'ê nedida. Lê niha raporên ÇED'ê dê li gorî pîvanên Walî û Qeymeqaman be. Piştî guhertinên qanûnan êdî dê pêdivî bi rapora ÇED'ê nebînin.    PÊDIVIYA ABORIYA ŞER PÊ HEYE   Çirak, anî ziman ku “Enstîtuya Lêgerîna Tetkîk a Madenê (MTA) armanc dike ku ruhsatên lêgerîna maden a Saziya Komirê ya Tirkiye (TTK) bi fîrmayên taybet ên madenê re parve bike û wiha got: "Ji ber ku pêdiviya wan ji vê yekê heye. Piştî vekirina meclîsê, ji bo aboriya şer zem anîn rojevê. Dê welatî bedela vê yekê bidin. Dê sermayedar ji vê yekê sûd bigirin. Wekî Santralên Termikê, xebatên lêgerîna zêrên bi suyanur ji dê beyî rapora ÇED'ê bên kirin. Dê biryarê darazê êdî bê fêde bin. Êdî dê pêvajoya hiqûqê ji holê bê rakirin. Em wekî ekolojîstan li dijî vê yekê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.      MA / Ahmet Kanbal