Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê 2022-01-31 14:38:30 AMED - Li navçeya Karazê, çizirandina lûleya sotemeniyê bû sedema gemarîbûna erdên çandiniyê û devê rûbaran.    Li bejahiya gundê Kuçik ê navçeya Karazê ya Amedê, di lûleya sotemeniyê ya veguhastinê de çizirandin pêk hat. Çizirandina sotemeniyê di demeke kurt belavî devereke berfireh bû. Ji ber çizirandinê erdên çandiniyê û devê rûbaran gemarî bûn.