Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin 2022-03-22 09:02:47   ENQERE - Îlay Kadîroglû ya vegan got: "Vegantî, awayê jiyaneke ku em îstimarkirina candarên tên hîskirin red dikin bi xwe ye. Şert û merca jiyaneka biehlaq û etîk, devjêberdana ji vê îstismarkirinê ye."    Xwendekara tibê Îlay Kadîroglû, vegantiyê û bandorên wê yên li ser ekolojî û tenduristiya mirovan nirxand. Kadîroglû ku du sal berê vegantî tercîh kiriye got: "Vegantî, awayekî jiyanê ya ku em îstimarkirina candarên tên hîskirin red dikin bi xwe ye.Şert û merca asgarî ya vegantiyê ew e ku heya ji destê me tê, divê em hay ji berên ku em wan bi kar tînin hebin."    Kadîroglû, destnîşan kir ku di pergaleke kapîtalîst de domandina jiyaneke bêkedxwarî ne pêkan e û got: "Lê dîsa jî heya mirov di nava vê pergalê de bihele, qet nebe em dikarin jiyaneke derî îstismarkirinê ava bikin bi vîna xwe." Kadîroglû, diyar kir ku teqez divê vegantî veguhere helwesteka civakî û civatên ku aktivîzma vegantiyê didomînin hene û her diçe mezintir dibin.    Kadîroglû, bilêv kir ku heywan hem li çewligan hem jî li qada endustriyê tên îstismarkirin û got: "Şert û merca jiyaneka biehlaq û etîk, devjêberdana ji vê îstismarkirinê ye." Kadîroglû, diyar kir ku di hemû astên hilberandina heywanan de tiştên gelek tirsnak hene û yek ji vana jî endustriya hêkan e û got: "Çêçikên nêr ên ji hêkan derdikevin, ji ber ku di pêşerojê de dê nebin mirîşk, wan bi saxî davêjin makîneyên hûrkirin."   Kadîroglû, li ser çend mînakên bi vî rengî sekinî û bal kişand ser zirara ku endustriya heywanan dide ekolojiyê jî. Kadîroglû, destnîşan kir ku li cîhanê ji endustriyên herî zêde zirarê didin ekolojiyê yek jê endustriya heywana ye û got: "Li gor Rêxistina Qût û Çandiniyê (FAO) sedema sereke ya berdana gaza sereayê gihandin û xwedîkirina gamêşan e. Gava em li wê pêvajoya ku heya 'goşt' çêdibe û tê dikeve têfika me mêze bikin, divê em ji xwedîkirina û mezinkirina wan heyanan bigirin heya anîna wan a selexaneyê, pakêtkirina wan û di van karan de xerckirina avek zêde û şopên nigan ên karbonê dest pê bikin." Kadîroglû, bilêv kir ku erazî û qadên çandiniyê ji bo xwedîkirina endurtsriya sewalvaniyê tên bikaranîn û got: "Ger dawiya cîhanê bê, wisa xuya dike dê ji ber enduristriya sewavlvaniyê bê."    Kadîroglû, destnîşan kir ku teqez divê firotina heywanan bê qedexekirin û ji bo vê hin çalakiyên wan ên civakî hene û xebatên xwe didomînin. Kadîroglû, bilêv kir ku li hin navçeyan şaredariyan jî li petshopên xwe firotina heywanan qedexe kirine û nerazîbûna xwe ya ku heywan di sektorên şahiyê de tên bikaranîn jî anî ziman. Kadîorglû, li ser şert û mercên stargehên heywanan û polîtîkayên nefretê yên li hemberî heywanan jî sekinî. Kadîroglû, diyar kirku beriya her tiştî divê qanûna heywanan bê çêkirin ji bo parastin, bi awayekî rêk û pêk xwedîkirina wan û başkirina şert û mercên heywanan.   Kadîroglû, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mirov hem li hêla pergalê ya keda mirovan dixwe, hem jî li hêla kedxwariyê ya pergalê ne  û ji ber vê hin edet li mirovan hatine ferzkirin û got: "Lê belê hincetên wekî 'ez nikarim bikim, nikarim dev jê berdim' ji jiyana heywanan ne biqîmetir e. Divê em xwedî vîneke xurt bin. Ne sibê, divê em niha gava ewil bavêjin."