Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt 2022-04-03 14:16:42   ANTEP - Şêniyên Taxa Altin Uzum ku li quntarê Çiyayê Amanosê ye, li dijî çêkirina kana madenê çalakiya rêgirtin li dar xist.   Şêniyên Taxa Altin Uzum a navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku li quntarê Çiyayê Amanosê dikeve, ji bo ku balê bikişînin ser Kana Boksîtê ya Îslahiyeyê û Dezgeha Şikandin û Bêjandinê ya aydê kargeha CTC’ê ku ji sala 2015’an ve çalak e, çalakiya rêgirtinê li dar xistin. Welatiyan da zanîn ku kana madenê ziyanê dide xwezayê û gefê li tenduristiya şêniyên taxê dixwe.   EM KANA MADENÊ NAXWAZIN’   Welatiyan, got ku piştî avakirina kana madenê, hejmara kesên bi nexweşiya penceşêrê dikevin zêdetir bûye û lewma jî vê kanê li taxa xwe naxwazin. Welatiyan destnîşan kir ku piştî avakirina kana madenê, bi taybet jî rezên tirî û zeytûngeh hişk bûne û bertek nîşan dan bê ka çima ev kan li ser xaka hilberînê hatiye çêkirin. Çalakiya şêniyên taxê berdewam e.