Çemê Botanê reş diherike! 2022-04-07 14:25:33 SÊRT - Çemê Botanê piştî hefteyekê careke din reş herikî, li ser vê yekê lêpirsîn hate destpêkirin.    Çemê ku di Newala Botan de derbas dibe û ji navenda Sêrtê re 10 kîlometreyan dûr e reş herikî. Piştî ku çem di nava hefteyekê de careke din reş herikî tîmên Miduriyeta Şaxa Parkên Netewî û Miduriyeta Bajêr û Hawîrdorê lêpirsîn da destpêkirin. Tîman bang kir ku heta lêpirsîn bi dawî nebe divê kes nekeve avê. Ne diyar e ku dê lêpirsîn çiqas bidome.