Bihuşta veşarî ya Qilebanê 2022-04-30 09:04:44 ŞIRNEX - Li bajaroka Dêra Hînê ya navçeya Qilebanê Sûlava Kunkeviyê, bi darên gûzê û guldexwînên li derdora xwe mirovan heyr û hejmekar dihêle.  Çiyayên Tanînê yên ji sînorên bajarê Colemêrgê dest pê dikin û heya navenda Şirnex, Bêşebab û Qilebanê dirêj dibin, bi xwezaya xwe bala mirov dikişînin. Li van çiyayên ku bilindahiya wan li dor 2 hezar 500 metreyî ye, gelek newal, rûbar û sûlav hene.    Bi hatina biharê re berfa li serê çiyayan hêdî hêdî dihele û bi vê re ava rûbaran boş dibe. Her wiha di navbera zinarên mezin de jî sûlav çêdibin. Ji van sûlavan yek jê jî Sûlava Kunkeviyê ye. Ev sûlav li Bajaroka Dêra Hînê ya navçeya Qilebana Şirnexê ye.    Darên gûzê yên li derdora Sûlava Kunkeviyê, ji bo kesên tên sûlavê wekî sîwanê ne. Kesên ku tên, li bin van daran bêhna xwe vedidin. Her wiha guldexwînên li dora sûlavê jî bedewitiyeke din li derdorê bar dikin. Guldexwîn, hem bi tevna xwe ya 4 kulîlkî hem jî bi bêhan xwe balê dikişînin.    Sûlava Kunkeviyê, bi qasî 4 kîlometreyan dûrî Bajaroka Dêra Hînê ye.    MA / Omer Akin