Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn 2022-06-05 13:26:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Keskan a Kurdistanê, daxuyand ku di êrişên Tirkiyreyê yên li dijî herêma Behdîdanê de 3 milyon dar tune bûne.   Partiya Keskan a Kurdistanê, di çarçoveya Roja Hawîrdorê ya Cîhanê de li ofîsa xwe ya li bajarê Suleymaniyê yê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapameniyê. Li gor nûçeya ku Rojnewsê derbas kiriye, Berdevkê Partiya Keskan a Kurdistanê Dana Necmedîn, di daxuyaniyê de axiviye û diyar kiriye ku piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê li herêma Behdînanê 3 milyon dar tune bûne. Necmedîn, da zanîn ku ew dê li dijî êrişên Tirkiyeyê serî li Dadgeha Iraqê û Netewên Yekbûyî (NY) bidin.   Her wiha Necmedîn, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên bêdarhiştinê li bajarê Silêmaniyê û dora wê projeyeke wan a çandina milyonek dar heye û gel vexwend piştgiriya parastina hawirdorê ya Kurdistanê.