Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin 2022-07-13 09:02:47 ŞIRNEX - Hevberdevkê Komîsyona Bajêr û Derdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, diyar kir ku li bajêr di bin navê “ewlehiyê” de xweza tê talankirin û ev bang kir: “Divê hemû raya giştî vê rewşê li herêmê lêkolîn bike û talankirinê di cih de bibîne."    Cerdevanên li Şirnexê nêzî 2 sal in di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin.  Darên li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan tên birîn, bi TIR û kamyonan vediguhêzin herêmên cuda. Hate diyarkirin ku li cihê ku daran dibinê difiroşin û ji ber birîna daran a li bajêr di qada daristanê de her roja ku diçe dar kêm dibin. Li gorî daneyên Miduriyeta Herêmê ya Daristanê ya Rihayê tenê di 7 mehan de ji sedî 7 qadên daristanê winda bûn.    Komîsyona Bajêr û Derdorê ya Baroya Şirnexê ya li dijî talankirina bi hinceta “ewlehiyê” tê kirin serî li Lijneya Kontrolkirina Cemaweriyê dane û gilî kirine.    HINCETA EWLEHIYÊ   Hevberdevkê Komîsyonê parêzer Fadil Tay, têkildarî talankirina xwezayê ya hêj didome û serlêdana xwe axivî. Tay, da zanîn ku têkildarî mijarê bi Walitiya Şirnexê û Miduriyeta Daristanê re hevdîtin kirine û ji wan re agahiya ku dar bi hinceta “ewlehiyê” tên birin hatiye parvekirin. Tay, bi lêv kir ku talan kirin li Cûdî, Besta û li herêmên din berdewam dike, ev rewş bi hinceta “ewlehiyê” nikare were aşkerekirin û wiha got: “Dixwazin bi birîna daran a li van herêman van deran bikin çol. Em dibînin ku di heman demê de ev birîna daran veguherandine bazirganiyê û ranteke mezin pê tê kirin.”   JI BO TALAN BIKIN DANE BER ÎHALEYÊ    Tay, anî ziman ku li herêmên ku dar lê tên birîn ji ber “qadên ewlehiyê” ne nikarin bikevinê û wiha berdewam kir: “Li gorî agahiyên me bi dest xistine, birîna daran bi awayekî taybet didin îhaleyê. Ev îhale ji aliyê Walitiya Şirnexê û Miduriyeta Daristanan a Şirnexê ve tê kirin. Îhaleyê tenê didin wan kesên beriya niha bi birîna daran tên nasîn. Birîna daran a li herêma me her ku diçe berdewam dikin. Berê heke te karibûya di rojê de 10 ton dar birîbûna niha 100 ton dar tên birîn. Her roj nêzî 15 kamyon dar tên birîn.”   Tay, da zanînn ku rûberka riwêkî ya Çiyayê Cûdî dewlemend e, darên zeytûn, berû bi dehan darên endemîk lê şîn dibin, dîsa xezal, pezkovî û gelek zîndewar lê dijîn. Tay, bal kişand ku bi birîna darên sedsalî pergala ekolojîk tê tahrîpkirin.    SERLÊDAN HATIN REDKIRIN   Tay, bi lêv kir ku dar bi makeqanûnê hatine parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em daristanên bi qanûnan tên parastin, biparêzin. Me di serê salê de serî li Serdozgeriya Şirnexê da. Me diyar kir ku ev birîna daran derhiqûqî ye û nayê qebûlkirin. Giliya me hate redkirin. Piştî ku giliya me hate redkirin me îtîrazî Dadgeha Ceza ya Sulh a Şirnexê kir. Lê îtîraza me jî hate redkirin. Li ser vê yekê me raporeke berfireh amade kir û rayagiştî agahdar kir. Niha jî me raporeke nû amade kir. Vê carê jî me gilî li Lijneya Kontrolkirina Cemaweriyê kir.”   GREENPEACE LI ME NEZIVIRÎ   Tay, ê da zanîn ku wê serlêdanên xwe yên bi rêyên qanûnî dê bidomînin, destnîşan kir ku wê destûrê nedin talankirina xwezayê û got: “Ji ber ku xweza ne aydê kesekê ye. Ya hemû gel e. Em ê hemû gavên pêwîst biavêjin. Me serî li saziyên navnetewî yên weke Greenpeace jî dan. Me derbarê rewşê de ew agahdar kirin. Lê wan saziyan jî ji ber gotina bi hinceta ‘ewlehiyê’heta niha tu vegerên erênî nekirine. Dîsa jî em ê vexwendina wan bidomînin. Divê hemû raya giştî were herêmê lêkolînan bike û talakirinê di cih de bibîne. Li herêmê talankirineke mezin tê kirin.”   ‘EM DURÛTIYÊ BIHÊLIN’   Tay, bertek nîşanî rewşa cotstandart a li dijî talankirina daran da û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di heman demê de durûtiyeke mezin jî heye. Dema li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dar tên birîn her kes radibe ser piyan lê dema gotûbehs bajarên li herêmê bin bertek nayên nîşandan. Xweza li her derê heman xweza ye. Li ku derê bibe bila bibe divê xwedî lê bê derketin. Em heman cihekariyê nakin. Lê mixabin dema li Cûdî, Besta an jî li Sêrtê xweza tê talankirin li bajarên rojava deng dernakeve. Rola ku em nabînin û nabihîsin dikin. Ev jî neheqiyeke mezin e. Dema li cihekî birîna daran pêk hat divê di asta herî jor de deng were derxistin û bertek were nîşandan.”   MA / Omer Akin