Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye 2022-09-08 09:03:13   ÇEWLIG - Serokê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût bal kişand ser bandorên neyînî yên 4 kanên qûmê yên li qeraxa Çemê Mûradê yê li navçeya Dara Hênê û xwest ev kan bên girtin.   4 kanên xîzê ango qûmê yên li navçeya Dara Hênê ya Çewligê bandoreke neyînî li jiyana bajêr dikin. Kanên qûmê yên ku li kêleka Pira Dara Hênê ya li ser Çemê Mûradê hatine avakirin, bandorê li herikîna çem jî dikin. Her wiha ji ber van kanên xîzê qûmê hejmara kesên di Çemê Mûradê de difetisin jî zê de dibe. Herî dawî di 24'ê Tîrmehê de Aydin Tutkal û Mucahît Keser ên ku hewl didan zarokê bi avê de jî xelas bikin, bi ber avê de çûbûn. Piştî demekê cenazeyê Aydin Tûtkal hatibû dîtin.    Piştî van bûyeran şêniyên Dara Hênê kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin û xwestibûn kanên xîzê bên girtin.    Îmzeyên hatin berhevkirin ji aliyê Komeleya Saetek Ji Bo Dara Hênê ve ji Îdareya Taybet a Çewligê re hatibûn şandin. Îdareya Taybet a Bajêr a Çewligê, piştî mehekê bi nivîskî bersiv dabû komeleyê. Di bersivê de hatiye diyarkirin ku li qeraxa Çemê Mûradê 3 jê taybet û yek jê ya cemaweriyê 4 kanên qûmê hene û ruxsetên her çar kanan jî hene. Di bersivê de hatiye parastin ku ruxsetên hatine dayîn li gor mewzûatê ne û hatiye îdiakirin ku kanên xîzê tên kontrolkirin. Îdareya Taybet a Bajêr a Çewligê di bersiva xwe de diyar kiriye ku di navbera salên 2013-2022'yan de li fîrma, kes an jî saziyan milyon û 135 hezar û 691 TL cezayê îdarî hatiye birîn.   'LEWHEYÊN HIŞYARIYÊ TUNE NE'   Serokê Komaleya Saetek Ji Bo Dara Hênê Anil Korkût derbarê geşedanan de axivî. Korkût bibîr xist ku Aydin Tûtkal ku herî dawî li herêmê jiyana xwe ji dest daye, di salên dawî de li ser hesabên xwe yên medyaya sanal ji bo kontrolkirina kanên qûmê nivîs belav kirine û got: "Ev çem wê gelek kesan bikuje!" Korkût destnîşan kir ku kanên qûmê herikîna çem jî diguherînin û got: "Bi vî awayî çem ne şaxek, dibe 7-8 şax. Hevsengiya çem xera dibe û ev zirarê dide giha, kêzikan û hevsengiya ekolojîk. Gava ku kamyon ji bo kana qûmê tên û diçin toz bilind radibe. Li van cihên ku qûm lê tên barkirin lewheyên hişyariyê tune ne. Welatî jî dibêjin qey çem ne kûr e û dikevin çem. Ji nişka ve dikevin koncalên kanên qûmê û jiyana xwe ji dest didin."   'DIVÊ BÊN GIRTIN'   Korkût bilêv kir ku cihê kanên qûmê ne navenda navçeyê ye û got: "Bila wan rakin û bibin cihekî guncavtir. Dibe ku berê ruxset dabin kanên qûmê û keviran. Lê em dixwazin ev kan rakirin û çem bê îslehkirin. Em dixwazin ev der ne ji bo kargehan, ji bo gel vekirî bin."   MECLÎSÊ KOMÎSYON AVA KIRIYE   Endamê HDP'î yê Meclisa Giştî ya Bajêr Îmdat Morsûmbûl jî diyar kir ku serlêdana gelê Dara Hênê hatiye meclisê. Morsûmbûl da zanîn ku dê dema kaneke qûmê di nîsana 2023'yan de biqede û ya din jî dema wê dê di 2026'an de biqede û got: "Wan komîsyoneke têkel ava kiriye û piştî lêkolîna komîsyonê dê biryarê bidin. Çêkirina qanûnekê ji jiyana mirovan ne biqîmettir e. Em ê li cihê cihê lêkolînan bikin û biryarê bigirin. Komîsyon dê biryarê bide. Em jî dixwazin kanên qûmê bên rakirin. Ger neyên rakirin jî divê ber bi cihekî din ve bên veguhastin."   MA / Mujdat Can