Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin 2022-09-09 12:59:22   WAN - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Wanê ji bo Meşa Çiyayê Cûdî ya di 17’ê îlonê de dê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Li dijî talana ku bi mehan e dom dike Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi şîara “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê ji bo tevlibûna Meşa Cûdiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’a Wanê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya ku ji bo meşê li Wanê hat sazkirin Mesût Bor daxuyanî da.   Bor destnîşan kir ku ew li dijî talankirina xweza, daristan, dîrok û çanda xwe dimeşin Çiyayê Cûdî û ew li dijî talanê serî radikin. Bor anî ziman ku jiyana li herêma Botanê di xetereyê de ye û xwest dawî li vê talanê bê anîn.    Bor xwest ku her kes li dijî qirkirina daran û talana xwezayê di 17’ê îlonê de tev li meşa ji Cizîrê ber bi Cûdiyê ve bibin.    Sazî û dezgehên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “DBP, HDP, TJA, ÇEVDER, TUHAYDER, BASKDER, MEBYADER, SERHAT GOÇDER, ARYEN Huner, Şanoya Mencel, ARSÎSA, OHD, TMMOB, KESK, Meclisa Dayikên Aştiyê û Odeya Lokantavan û Şofêran.”