Ji jinên Behra Reş banga ji bo Meşa Cûdî 2022-09-14 09:00:44   ÎZMÎR - Jinên Behra Reş ên ku piştgiriyê didin Meşa Cûdî ku dê di 17’ê îlonê de li dijî talankirina xwezayê bê lidarxistin, îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin.    Li seranserê Tirkiyeyê talankirina xwezaya ku zirareke mezin dide ekosîstemê, bênavber didome. Her wiha li bajarên herêmê Dersim, Sêrt û Şirnexê bi birûna daran ekosîstema herêmê li ber tunebûnê ye. Bi taybetî jî darên li li herêma Cûdî tên birîn, rojê 50 TIR'î derbas dikin. Ev yek, veguherî qetlîama xwezayê. Li dijî vê talanê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17'ê îlonê de bi dirûşma "Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin" ber bi Çiyayê Cûdî ve meşekê li dar bixin.   Jinên herêma Behra Reş ku piştgiriyê didin vê meşa li dijî qirkirina daran, li dijî talankirina ekolojiyê îşaret bi têkoşîneke topyekûn kirin û bang li her kesî kirin ku tevî meşa Cûdî bibin.    Neşe Karahan ku 30 sal in li Artvîn Cerattepeyê li dijî madena zêr têdikoşe destnîşan kir ku talana ekolojîk gihiştiye wê astê ku dê dawiya mirovahiyê bîne. Karahan da zanîn ku li ser navê hemû zindiyan ekosîstem ber bi tunebûn ve diçe û wiha got: “Ji ber vê yekê em hewl didin ku li hemberî hemû talanan rabin. Me 2 meh berê li dijî birîna darên li Artvînê daxwaznameyek pêşkêşî Midûriyeta Daristanê ya Artvînê kir. Bersiv jî nedan. Heman tişt li hemû welatê me diqewime. Em ne welatekî ku gelek qadên wê yê xwezayî hebin. Lê ji bo rawestandina vê tunebûnê, divê her kes li her derê têkoşînê bidomîne. Em bi xwe dawiya xwe amade dikin."   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Karahan destnîşan kir ku têkoşîna tê kirin tenê gelê herêmê eleqedar nake û wiha domand: "Texrîbatên li Kazdaxlariyê an jî Mezopotamyayê me eleqedar dike. Divê em hem ji bo welêt hem jî ji bo cîhanê li dijî vê yekê bitêkoşin. Tenê têkoşîna herêmî wê bidome, lê ji bo tevahiyê têkoşîn divê. Lewma çalakiya ku dê di 17’ê îlonê de li Cûdî bê lidarxistin, divê her kes bi qasî ku ji destê wan tê piştgiriyê bidê. Axirê ev têkoşîna jiyanê ye. Pêwîste her kes zanibe ku çi diqewime û li her qadê piştgiriyê bide têkoşînê."   ‘XWEZA YEKPARE YE'   Sevînç Alçîçek a bi salan e li navçeya Arhavî ya Artvînê li dijî Santralên Hîdroelektrîkê (HES) têdikoşe jî diyar kir ku ferasetek wisa heye ku daran dibere û  şûna wan dike beton. Alçîçek bilêv kir ku ew wekî kesek ku dilxwaza ekolojî û hawirdorê ye, li dijî hemû talanên li welêt e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birîna daran a li Şirnexê ez bêzar kirim. Jixwe li wir nebat pir kêm in. Di qirkirina daran de aboriyê esas digirin. Ew bi taybetî li dû hin cureyên daran in. Her parçeyek welêt bi hev ve girêdayî ye. Çawa dema em endamekî ji laşê mirovan jê dikin êş û azarê dikişînin, divê mirov bi awayekî yekpare li talana xwezaya li welêt jî binere. Em ê nikaribin bi têkoşînên herêmî tenê bi ser bikevin."   NE BÊDENGÎ   Alçîçek ku ji bo Meşa Cûdîê bang kir û ev tişt anî ziman: "Hişkesaliya li Şirnexê bandorê li me dike, ya li cem me jî bandorê li Şirnexê dike. Ji bo vê jî divê em li her derê li dijî qirkirina xwezayê bisekinin. Ji ber hin sedemên siyasî mirov li hemberî qetlîama xwezayê ya li hin herêman bêdeng in. Ji ber ku tên tohmetkirin. Lê divê em bêdeng nemînin.”   PIŞTGIRIYA JINÊN BEHRA REŞ   Li Samsûnê aktîvîsta ekolojiyê Nûrcan Karasû jî diyar kir ku darên tên birîn encameke polîtîkayên şer e. Karasû anî ziman ku ew jinên ji herêma Behra Reş piştgiriyê didin meşa Cûdî ya ku dê di 17’ê îlonê de bê lidarxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em gelên Tirkiye û Kurdistanê, em hemû gelê xwe vedixwînin meşa Cûdî. Çawa em li dijî qirkirina ekolojiyê ya li rojavayê radibin, divê em li ber qirkirina li bajarên Kurdistanê tê kirin jî rabin. Em dizanin ku li herêmê talankirina xwezayê bi destê dewletê û bi hinceta ewlehiyê tê kirin. Polîtîkayên şer, li vir jî bi talankirin û qirkirina ekosîstemê didomin. Divê em pêşî li ber vê bigirin."   MA / Tolga Guney