Jinên HDP'î: Feraseta ku jinê û xwezayê qetil dike heman feraset e 2022-09-14 09:01:00   AMED - Jinên HDP'î ku ji bo meşa ber bi Çiyayê Cûdî ve bang kirin diyar kirin ku nêzîkatiya feraseta baviksalariyê ya li hemberî jinê û xwezayê heman nêzîkatî ye û wiha gotin: "Berî her kesî divê jin pêşî li ber vê bigirin."   Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17'ê îlonê de bi dirûşma “Em li dijî wêrankirina şer û talankirina xwezayê dimeşin” li dijî qirkirina ekolojiyê ber bi Çiyayê Cûdî ve meşekê li dar bixin.   Jinên HDP'yî destnîşan kirin ku ên herî zêde bandorê ji qirkirina xwezayê digirin jin in û ji bo tevlibûna meşê bang kirin.    HELWESTA LI HEMBERÎ XWEZAYÊ HEMAN HELWEST E   Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku nêzîkatiya ferasetiya desthilatdariya baviksalarî a li hemberî jinê çawa be ya li hemberî xwezayê jî heman e û wiha got: "Tahdeya li ser jinê, awayê serdestiya li ser jinê, di heman demê de mirov dikare wekî destdirêjiya li xwezayê û berdewama ranta ji xwezayê tê bidestxistin  jî bibîne." Atasoy destnîşan kir ku lewma divê bi taybetî jin beşdarî meşa li Cûdî bibin û wiha dom kir: "Em baş dizanin ku li Kurdistanê armanca qetilkirina xwezayê ya bi hincetên 'ewlehiyê' tê kirin, feraseta tekparêz a dewletê ye. Lê divê mirov komkujiyên xwezayê yên li Kurdistanê derî helwesta giştî bifkire. Lewre li vir li dijî bîr, nirx û çanda gelan êrîşeke bi tevahî tê kirin. Beriya her tiştî divê jin li ber vê rabin. Bi vê boneyê em jî hemû saziyan, di serî de jî saziyên jinan vedixwînin vê  meşa ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daye destpêkirin."   ‘NE DERÎ POLÎTÎKAYA ŞER E'   Hevşaredara Erganiyê Meryem Yildiz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî destnîşan kir ku qirkirinên li herêmê û polîtîkaya şer girêdayî hev in. Yildiz, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em talankirina xwezaya li erdnîgariya Kurdistanê nikarin derî ji polîtîkaya şer a li dijî Kurdistanê binirxînin. Wekî ku hûn jî dizanin, bloka faşîst a AKP-MHP’ê li dijî hemû kurdan, ziman û erdnîgariya wan hiqûqeke dijminatiyê esas digire. Di demên dawî de bi komkujiya xwezayê ya li Cûdî re me ev yek dît. Eşkere ye ku bi hedefgirtina hebûn, xweza û erdnîgariya kurdan siyaseta tunekirinê tê kirin."   Yildiz diyar kir ku herî zêde jin ji şer û qetlîamên xwezayê tesîrê digirin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jin mexdûrên şer in. Dema ku behsa Botanê tê kirin, jin û xwezaya wê tên bîra mirov. Dema behsa jinan tê kirin xweza û ax tê bîra mirov. Ji ber vê yekê polîtîkayek tê meşandin ku hem jinê hem jî civakê ji xwezayê qut bike. Di vî warî de mixabin yên ku herî zêde zirarê dibînin jin in. Çûna xwezayê, nava zeviyan û koçertî heye. Lê dema em lê dinêrin hema hema her roj bi TIR'an dar tên birîn. Tişta ku li wir tê kirin tenê ne birîna darekê ye, siyasetek e ku dixwaze bi wê darê re hemû bûnewerên wir bênefes bihêle û tune bike."    Yildiz bal kişand ser wê yekê ku kurd dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wiha got: “Kurdan her tim doza destkeftiyên xwe kirine û tu carî van destkeftiyan nakin qurbana hiqûqa dijminatiyê ya desthildatariyê. Lid ijî vê komkujiyê dê di 17'ê îlonê de ber bi Cûdî ve meşek bê lidarxistin. Dema em niha lê dinêrin jin li Botanê li dijî qirkirina xwezayê radibin. Em hemû pêkhateyên xwe yên li Amedê vedixwînin Meşa Cûdî, ji bo dawî li qirkirina xwezaya Kurdistanê bê."   ‘JIN RENGEVEDANA XWEZAYÊ YE'   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê û Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer a ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin jî bal kişand ser têkiliya jin û xwezayê û wiha domand: “Jin, rengevedana xwezayê ye. Çawa ku xweza xwe nû dike û pêş dikeve, tim zindî ye, jin jî di warê mirovbûnê de di heman rewşê de ye. Em dikarin bibêjin jin û xweza wek hev in. Meşa li xwezayê, xwarina ji xwezayê tenê bi jinan pêkan e. Ji ber vê yekê xebatên li ser xwezayê tenê bi rêya jinan bi ser dikevin. Ev aheng heta roja me ya îroyîn jî bi gotinên wekî 'Dayika Xweza, Dayika Axê' bi awayekî herî rast bi xulaseyî hatiye roja me ya îro. Jin jî dizanin ku divê mudaxileyî xwezayê neyê kirin, ji lew ra dizane dê etxrîbatek çawa rû bide. Zehmet e meriv ewladên Dayika Xwezayê be, lê pêkan e. Divê xweza radestî jinan bê kirin. Jin û xweza li hev dikin."   BANGAWAZÎ   Uçer bibîr xist ku li Şirnexê qirkirineke mezin a xwezayê tê kirin û ji bo meşa ku dê di 17'ê îlonê de li dijî vê qirkirinê bê lidarxistin bang kir: "Em bang li hemû jinan dikin ku pêşî li ber vê xisarê bê girtin. Parastina xwezayê parastina xwe ye.”   MA / Eylem Akdag