Bersiva Wezaretê ya li ser birîna daran: Em daristanê ciwan dikin 2022-09-19 09:05:03   BEDLÎS - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, diyar kir ku wezaretê bi gotina “Em daristanê ciwan dikin” birîna daran a nêzî saleke li Herêma Çiyayê Gerzevel a girêdayî navçeya Hîzanê didome, parast.    Li qadên Bercûm, Dêrik û Reşyan ên girêdayî mezraya Kerna Heso ya li Herêma Çiyayê Gerzevel a girêdayî navçeya Hîzan a Bedlisê, nêzî salekê ye bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn. Hat diyarkirin ku darên li herêma ku ketin û derketin hatiye qedexekirin hatine birîn, bi rêyên ku makîneyên înşaetê hatine vekirin ji aliyê leşkeran ve hatine veguhestin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bedlisê Mahmût Celadet Gaydali, têkildarî talana li herêmê axivî.    DEVÎ JÎ TÊN BIRÎN   Gaydali, diyar kir ku di destê wan de têkildarî birîna daran tu dane nînin û got: “Em dizanin ku birîna daran ji aliyê walî, qeymeqam û leşkeran ve tê kirin. Ev birîn ji par û vir ve dewam dikin. Pêşî daristan dişewitandin. Dema dîtin ku daristana şewitî careke din şîn dibe, dest bi birînê kirin. Dîsa lê nêrîn ku darên berûyan şîn dibin. Vê carê makîneyên kar anîn û ji kokê re jêkirin. Anku hewl dan koka wan zuha bikin. Li vê rêbazê nihêrîn ku bihaye, vê carê dev jê berdan û birîna daran domandin. Ev ne karekî aqilane ye. Li ku dera deviyeke biçûk hebe jî, dikevinê û daran dibirin.”   WEZARET: EM DARISTANÊ CIWAN DIKIN   Gaydali, bi lêv kir ku têkildarî mijarê bi daxwaza bersivdayînê gelek pêşniyazpirs dane Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê û wiha berdewam kir: “Weke şande em çûn herêmê, me lêkolîn kirin û ev anîn rojeva Meclîsê. Min pêşniyazpirsek pêşkêşî Wezareta pêwendîdar kir. Bersiva wezaretê wiha bû: 'Em daristanê ciwan dikin. Em darên kevn dibirin û nû dikin.’ Hemû daristan birîne, tenê ax maye. Daristanê bi vî rengî ciwan dikin? Darên zirav ên weke zendên mirovan jî dibirin.”   POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET   Gaydali, diyar kir ku dewletê li bajarên kurdan hawîrdorê texrîb dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birîna daristanan encama polîtîkayên şerê taybet e. Ji bo birîna daran ji der ve mirovan tînin. Ev polîtîkaya dewletê ya şerê taybet e. Divê mirov vê rewşê bi awayekî zelal bibîne. Rojekê di civîna komîsyonê de min ji wezîrê berpirsyar re got ‘Ez qaneh bûm ku hûn ji şînkahiyê re hez dikin’ berê xwe da min û keniya. Dema min jê re got ‘Hûn şînkahiya dolar hez dikin’ hêrs bû û ji min dûr ket. Ji bo pereyan û kurd bên tunekirin her tişt tê kirin. Ji bo ku darên daristanê bibirin li mirovan geriyan. Tu mirovên li vê herêmê dijîn xwe nêzî birîna daran nekirin. Ji ber vê yekê ji navçeya Motkiyê mirovan tînin û didin xebitîn. Li birîna daristanên Çiyayê Cûdî jî heman rêbaz e.”   TENDURISTIYA MIROVAN TUNE TÊ HESIBANDIN   Gaydali, destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk herî zêde di serdema desthilata AKP’ê de pêk hat û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenduristiya mirovan tune dihesibînin. Li cîhanê hevsengiya ekolojîk û avhewa her ku diçe xera dibe. Li navçeya Hîzanê herî zêde guz şîn dibin. Îsal guz çênebûn. Di berhemên din de jî heman rewş heye. Divê em vê ji gelê xwe re vebêjin.”   MA / Hakan Yalçin