ÇEVDER: Divê pêşî li qirêjiya Golan Wanê bê girtin 2022-09-19 11:35:25   WAN - Wan ÇEVDER di daxuyaniya xwe ya di 19’ê Îlonê Roja Paqijkirina Peravan a Cîhanê de xwest ku pêşî li qirêjbûna Gola Wanê bê girtin.    Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêşxistina Berhemên Dîrokî Yên Hawirdorê (ÇEVDER) ya Wanê têkildarî 19’ê îlonê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Behra Wanê her roj tê qirêjkirin û divê ji vê yekê re çareseriyek were dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê demildest pêşî li rijandina bermayiyên kanalîzasyonê yên diherikin Behra Wanê bê girtin û got: “Bi qirêjbûnê nirxa me ye herî mezin a Behra Wanê, her roj hinek dîtir tê kuştin.”   Di daxuyaniyê de bertek nîşanî avahîsazkirina li dora golê da û hat destnîşankirin ku gol wek Qada Bi Parastina Domdar û Kontrolkirinê Tê Bikaranîn hatiye tescîlkirin û wiha hat gotin: “Em wek ÇEVDER’a Wanê bang li tevahiya civakê dikin ku li dijî her cure êrişên li mirov, giyanên û texrîbatên ekolojîk bi felsefeya ekolojiya civakî hişyar bibin. Hewce ye em av, ax û hewaya xwe xwedî derbikevin, ji qirêjkirinê behtir divê paqij bihêlin. Em Roja Paqijkirina Peravan a Cîhanê pîroz dikin.”