Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn! 2022-09-21 09:01:34   ÊLIH - Piştî ku keyayê gundê Gundikê yê Kercewsê gotibû “gur heywanan dikujin" bi hezaran dar hatin birîn. Midûriyeta Daristanê jî îdia kir ku ew nikarin mudaxeleyî birîna daran bikin.   Keyayê gundê Gundikê yê navçeya Kercewsê ya Êlihê Mîrze Yilmaz di 12'ê Tîrmehê de ji malpereke herêmî re axivîbû û gotibû gurên ku xwe di nava darên li derdora gund de vedişêrin salê 200 pezên wan dikujin û ji ber vê biryara birîna daran girtin. Lê belê gundiyekî ku me xwe gihandibûyê îdia kiribû ku keya bi bernaberiya bi milyonan TL bi şîrketekê re li hev kiriye ji bo birîna daran. (http://mezopotamyaajansi35.com/EKOLOJI/content/view/177655?page=9)   BI HEZARAN DAR HATIN BIRÎN   Piştî daxuyandina Keya Yilmaz li herêmê dest bi birîna daristanê hat kirin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) li herêmê birîna daristanan tomar kir. Bi hezaran darên ku li herêmê hatine birîn li cihekî li ser hev hatin komkirin. Hin dar jî veguherandine komirê. Gundiyên ku me li ser birîna daran bi wan re axivî, gotin ku keyayê gund gelek gundî qaneh kirine û di ser şîrketeke ji Çewligê re gelek daran birîne. Gundiyan da zanîn ku darên hatine birîn dê van rojan bên barkirin.    ‘EM NIKARIN MUDAXILE BIKIN'   Têkildarî qirkirina daran me hevdîtin bi Midûriyeta Daristanê ya Êlihê re kir. Rayedarên midûriyetê îdia kirin ku deverên ku dar lê hatine birîn eraziyên bipao ne û ji ber vê nikarin mudaxile bikin.    ‘DIVÊ PÊŞÎ LI BER VÊ TALANÊ BÊ GIRTIN'   Ekolojîst Ridvan Ayhan bertek nîşanî qirkirina daran da. Ayhan diyar kir ku birîna daran hê jî didome û wiha got: "Ev herêm depoya oksîjenê ya Êlihê ye. Demildest divê pêşî li ber vê talanê bê girtin ku jiyana bûneweran ji holê radike. Ev der qadeke daristanî ya mezin e. Armanca wan ew e ku vê qada mezin ji holê rakirin û rût û tazî bikin. Gurên di nava daran de xwe vedişêrin kirine hincet. Ev dar ne yên kesî ne, yên mirovahiyê ne. Em ê nehêlin ev texrîbat bê kirin."   Ayhan bilêv kir ku hin darên hatine birîn bi kamyonan hatine barkirin û hin jê jî kirin komir û got ku her tişt li ber çavê dewletê hatiye kirin. Ayhan diyar kir ku dewlet ji Cûdiyê heyea Çiyayên Kazê "polîtîkaya talanê" dimeşîne û wiha got: "Vê kirine bazirganî. Ji ber ku li Cûdiyê dar nehiştine, niha çavê xwe berdane vir. Yên Cûdiyê talan kirin niha jî dixwazin vê herêmê talan bikin. Divê em li dijî vê talankirinê li ber xwe bidin. Hem jiyana me hem jî oksîjena me di xetereyê de ye."   MA / Fethî Balaman