Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû! 2017-10-09 09:31:11   ÎZMÎR - Tesîsa Kevirê Şikandî ya Erkoç li Çeşmeyê li ser erdê gundiyan hatiye avakirin û 5 caran hatiye girtin, 3 caran bi rapora ÇED'ê îptal bûye, lê dîsa jî li qadê belav dibe û xebatên xwe dewam dike. Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya da zanîn ku biryarên dadgehê kêrê wan nayê.   Navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê di bin gefa Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) de ne, ji hêlekê ve jî bi ocaxên keviran hatiye dorpêçkirin. Di 2 salan de li Îzmîrê herî kêm destûr dan 50 ocaxên keviran, yek jî ji van projeyan para xwe girt jî Çeşme ye. Li Taxa Germiyanê ya Çeşmeyê Tesîsa Kevirên Şikandî ya girêdayî A.Ş. Sanayî Tîcaret û Înşaetê ya Niyazî Ersoy Ogullari hatiye avakirin, 37 sal e malik li welatiyan wêran kiriye. Komeleya Etîka Derûdorê (ÇED) 5 caran rapora betalkirinê dane û tesîs ji sala 2007'an heta niha 3 caran jî bi biryara dadgehê hatiye betalkirin û 3 caran jî hatiye girtin.   HER GAVA KU GIRTIN EW MEZIN BÛ   Herî dawî di sala 2014'an de tesîsê li ser qada 25 hektarî xebat dikir, hat girtin, îro li qada 66 hektarî belav bûye û xebatên xwe dewam dike. Piştî gundiyan têkoşîna hiqûqî qezenc kir, hema piştî wê tesîsê dîsa dest bi xebatê kir û herî dawî ji bo rapora "Erênî ya ÇED'ê" dadgehê pêvajo radestî Dadgeha Îdarî ya Îzmîrê kir. Tesîsa ku li herêmê talana wê bi zelalî tê dîtin, gundiyan got ku fîrma vê xebatê didin nîşan, li herêmê bê qontrolî dînamît tên teqandin.   ‘GEL NAXWAZE’   Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya diyar kir ku tesîs nêzî zeviya zeytûnan e, her roj qada wê fireh dibe û wiha got: "Ji xwe nêzî gund e û gundî ji vê bêzar bûne. Nêzî rêya derbasbûnê ye. Me hev da dadgehê. Hêj doz dewam dike. Heta niha tu tişt nehatiye kirin. Dînamîtan diteqînin, cihê jiyanê talan dikin. Gel vê ocaxê naxwaze." Kaya destnîşan kir ku biryarên dadgehê kêrê wan nayên, heta niha 5 caran hatiye girtin û 5 caran vebûye û piştrast kir ku zehmetiyên Enqereyê gelê herêmê dikişîne. Kaya da zanîn ku xwezaya herêmê jî tê talankirin û anî ziman ku çiyayên wan tên tunekirin.