Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye 2023-01-04 13:50:56   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo têkildarî hestiyên mirovan ên li Geliyê Zîlan hatin dîtin lêpirsîn bê destpêkirin, pêşniyazname da Meclisê.    Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ew hestiyên mirovan ên li Geliyê Zîlan piştî kêmbûna ava bendavê derketin holê û tê gotin ku hestiyên qurbaniyên Komkujiya Gelê Zîlan e bir rojeva Meclisê. Hestî di 12’ê kanûna 2022’yan de derketibûn holê. Li gel ku Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel pêşniyazname da Meclisê û rêxistinên maf û hiqûq serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê dan jî heta niha derbarê hestiyan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    Parlamenter Orhan ji bo ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne pêşniyazname da. Orhan di pêşniyaznameyê de destnîşan kir ku divê dozgerî bêyî ku bi derengî bixîne pêwîste demildest derarê hestiyên hatine dîtin de biryara lêpirsînê û berhevkirina hestiyan bide.    Di pêşniyaznameyê de ev pirs hatin kirin;    "* Derbarê bermayiyên gorên komî yên ku piştî kêmbûna ava Bendava HES'ê ya Koçkopru ya Erdîşê de derketin holê ji aliyê wezareta we ve lêpirsîn hatiye destpêkirin? Di derbarê vê rewşê de ku ev mehek e ji raya giştî re tê ragihandin, daxuyaniyek hatiye dayîn?    *Gelo derbarê hestî û delîlên din ên ku li herêma navborî hatine dîtin de parastin, tespîtkirin û raporek hatiye amade kirin?    * Taybetmendiyên kalîteyî û hejmarî yên hestiyên xwe li qeraxa avê dane çi ne? Tê texmînkirin ev hestî aydê çend kesan e?    * Gelo li ser îdiaya ku li herêma Zîlanê gorên komî yên bi vî rengî hene, lêpirsîn û lêkolînek wezareta we heye?    * Gelo ji bo rûbirûbûna Komkujiya Zîlanê û komkujiyên din ên bi vî rengî yên di dîroka Tirkiyeyê de qewimîne, hûn ê ji bo eşkerekirina heqîqetê çi xebat bidin destpêkirin?   * Li gorî daneyên arşîvên fermî di Komkujiya Zîlanê de çend kurd hatin qetilkirin? Gelo li ser îdiayên ku kesên hatine qetilkirin di gorên komî de bi arşîvên fermî hatine definkirin lêkolînek heye? Gorên komî li ku ne? Gelo ev herêm di bin parastinê de ye?