Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn 2017-10-10 09:43:39 MÊRDÎN – Li herêma Xirbê Keryanê ya bajaroka Dêywana Kerboranê dê bi hezaran daran bibirin, di nav daran de bi hezaran darên berû û fêkiyan hene û leşker bi hinceta "ewlehiyê" wan jê dikin. Bejahiya Xirbê Keryanê ya girêdayî bajaroka Dêywanê di navbera rêya bejahî ya Midyat û Kerboranê ya Mêrdînê de ne, bi hezaran darên li vê herêmê bi hinceta "ewlehiyê" tên birîn. Leşkerên ku çarçoveya erdnîgariyê xêz kirine û bi hezaran dar ji çavan derxistine, bangî keyayên gundan jî hatiye kirin û hat gotin ku "An van daran hûn bibirin an jî em ê bibirin" li herêmê talana xwezayî pêk tînin. Erdê welatiyan ê bi tapû yê ji hezaran donimî pêk tê, nahêlin kes nêzî herêmê bibe, ji bo kes nekeve herêmê jî bi sedan notirvanê ewlehiyê li herêmê peywirdar kirine û ewlehiya herêmê digirin.    BEYÎ DESTÛRA XWEDIYÊN ERDÊ DIBIRIN   Hat diyarkirin ku darên ku tên jêkirin, bi kamyonan ji herêmê tên derxistin, daran dibin ku kes nizane. Xwediyên erdan dan zanîn ku qirkirina daran li qadeke berfireh tê kirin û bi hezaran darên ku tên jêkirin di nava wan de darên berû û darên fêkiyan jî hene. Welatiyan aşkera kir ku herêm bi mehan e di bin navê "Herêma ewlehiya taybet" de hatiye qedexekirin û li dijî vê zilmê bi bertekin.   Welatiyên ku li herêmê zeviyên wan hene, dema xwestin biçin herêmê notirvan û leşkeran ji wan re astengî derxist, welatiyan bi rêya parêzeran serlêdana sûc kir