Welatiyên ku darên wan tên jêkirin: Bila dev ji darên me berdin 2017-10-12 09:29:47 MÊRDÎN – Li Kerboranê leşker û cerdevanan, bi hezaran darên li ser eraziyên şêniyên herêmê jêkirin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê da û wiha gotin: “Bila dewlet dev ji me û darên me berde.”  Li mezrika Xirbê Keryanê ya girêdayî bajaroka Dêywan ku di navbera Kerboran û Midyadê de ye, hîn jî bi hezaran dar tên jêkirin. Ji ber ku di sala 1991’ê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat valakirin, piraniya şêniyên wê li navenda Kerboranê bi cih bûn. Niha bi hinceta “ewlehiyê” darên li mezrikê tên jêkirin. Sê sal berê herêm wek “herêma ewlehiya taybet” hat qedexekirin û jêkirina daran dest pê kir.    DI BIN VENÊRÎNA LEŞKER Û CERDEVANAN DE TÊN JÊKIRIN    Darên li vê herêmê ku li nav erdên welatiyan e, di bin venêrîna leşker û cerdevanan de tên jêkirin. Du hefte berê qereqolê gazî keyayê gundê ku mezrik girêdayî wê ye kirine û jê re wiha gotine: “Ya hûn van daran jê bikin, an em ê jê bikin.”  Piştî vê gotinê jêkirina daran dubare dest pê kir. Ji ber ku welatiyan dar jê nekirin, qereqolê ji derdorên din hin kes anîn û heta niha bi hezaran dar jê kirine.    ÎDIAYA KU DARÊN TÊN JÊKIRIN TÊN FIROTIN    Niha li ser erdekî 200 donimî ku nêzî qereqolê ye dar tên jêkirin û hat derpêşkirin ku dê di demên pêş de li ser qadeke 3 hezar donimî karê jêkirinê bidome. Nehat zanîn ku darên tên jêkirin û bi kamyonan tên kişandin dibin kuderê, lê belê hat îdiakirin ku ev dar li cihekî din tên firotin. Hat destnîşankirin ku dê welatî bi riya parêzeran der barê vê rewşê de dozê vebikin.    'DEWLET DARÊN KU BAV Û KALÊN WAN DANÎNE JÊ DIKE’    Welatiyê bi navê Hayrettin Akturk ku darên li ser erde wî jî tên jêkirin wiha got: “Çavê dewletê me dibire. Em neçar in. Em ji gund hatine derxistin, lê em li van deran erdên xwe dajon. Em debara xwe bi van deran dikin. Me qeymîş nedikir ku em darên vir jê bikin. Darên vir mezin bûn, lê niha dewlet wan jê dike. Darên tûyan jî ku bavê me danî bûn jê kirin.”    'BILA DEWLET DEV JI DARÊN ME BERDE’    Aktur, anî ziman ku ew nizanin dê kengî jêkirina daran bi dawî bibe û wiha axivî: “Darên tên jêkirin, tên firotin. Berî dar bên jêkirin agir berdan qadê. Yên ku nikaribûn bişewitînin jî jêkirin. Em gilîdar in. Bila dewlet dev ji me û darên me berde.”    Welatiyê bi navê Fîkret Alan jî anî ziman ku neheqî li wan tê kirin. Alan, got ku heywan jî sûdê ji van erdan werdigirin û wiha axivî: “Îjar em ê niha çi bidin heywanên xwe! Darên me jê dikin. Em naxwazin darên me jê bikin. Hem nahêlin em biçin gundê xwe, hem jî darên me jê dikin.”    MA / Mehmet Şah Oruç