Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan 2024-05-10 15:04:10   DÊRSIM - Komeleya Hawirdor û Parastinê ya Munzurê bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê da û got: “Bila îhaleyên ji bo çavsoriya qezencê xwezaya me talan dikin bên sekinandin.”    Li herêma Çiexeke ya li ser rêya navenda Dêrsimê û navçeya Xozatê de irsaliyeya birîna daran dane mitehit Mehmet Turan. Turan, li vê herêmê qirkirina daran kir. Dêrsimiyan bertek nîşanî qirkirina daran dan. Endamên Komeleya Hawirdor û Parastinê ya Munzurê têkildarî mijarê li pêşiya Midûriyeta Xebatxaneya Daristanê daxuyanî da û xwest ku rê li ber vê qirkirinê were girtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em qirkirina daristanan a li Dêrsimê bidin sekinandin” hate hilgirtin. Nûnerê komeleyê Yûsûf Topçu di daxuyaniyê de got ku qirkirina daristanên Dêrsimê bi dehan sala ye didome û anî ziman ku ev yek gefê li ser bi sedan gihayên endemîk û jiyana bi milyonan zindiyan dixwe.    ‘BÊDENGIYA LI HEMBERÎ QIRKIRINA DARISTANAN’   Topçu, anî ziman ku ev mudaxileya li dijî daristanan carnan bi rêya şewatên mudaxile lê nayê kirin carnan jî bi destê şîrketên bi çavsoriya qezencê tevdigerin tê talankirin. Topçu, bi lêv kir ku midûriyeta ji daristanan berpirsyar li dijî şewatên daristanan ên li Dêrsimê bêdeng e. Topçu, wiha bi dawî kir: “Weke Komeleya Hawirdorê ya Munzurê em li dijî talankeriya li herêma Çixekeyê de qebûl nakin û bêdeng nabin. Daristanên me aydê hemû mirovahiyê ne û hûn nikarin weke malê xwe tune bikin. Bila rê li ber îhaleyên bi çavsoriya qezencê ji bo tunekirina xwezaya me tên kirin bên sekinandin.”    Parêzer Bariş Yildirim jî got ku li gorî hukma Qanûna Daristanan a Hejmar 6831’ê mimkin nîne qada daristanê were texrîbkirin. Yildirim, anî ziman ku ev kiryar derhiqûqî ne û divê tavilê bên sekinandin.