Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê 2024-05-12 10:42:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Sererastkirina qanûnî ya nû ku destûrê dide li qadên weke çavkaniya enerjiya venûker hatine raginandin plana îmarê bê kirin, kete meriyetê.    Qanûna Têkildarî Guhertina di Qanûna Madenê û Hinek Qanûnan de di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê. Di çarçoveya guhertinê de li Qanûna Qeraxê ya hejmar 3621’ê hinek fikrayên nû hatin zêdekirin. Li gorî vê yekê; li qadên ji hêla Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve weke çavkaniya enerjiya venûker hatine ragihandin dikare bêyî plana îmarê santralên hilberandina enerjiyê bên avakirin.    BEHR, BENDAV Û GOL JÎ DIKEVIN BER QANÛNÊ    Li gorî biryarê, rezervuarên ku ava vexwarinê lê tên peydakirin, qadên biav û qerax û şirîdên beravê yên nakevin ber çarçoveya qanûnê nakevin ber vê qanûnê. Lê belê behr, golên bendavan, goleyên çêkirî û golên xwezayî dikevin çarçoveya qanûnê. Bi vê yekê re Komîsyona Çavkaniya Madeniya Madenê ya Neteweyî û Raporkirina Rezervê (UMREK) dê mecbûriyeta raporkirinê tenê ji hêla rûxsetkirina şîrketên madenê yên “IV. Grup”ê ve bidome.    DÊ BIKARIN JI BO MADENAN LÊGERÎNÊ BIKIN    Midûriyeta Giştî ya Vekolîna Madenê û Lêgerînê (MTA) ji hêla komên madenê yên derveyî vê dimînin ji bo madenên piştî wergirtina rûxsetê hatine dîtin bêyî ku şertê rapora li gorî koda UMREK’ê hatiye amadekirin were ferzkirin dikarin lêgerînê bikin.  “Projeyên bi mebesta zêdekirina berhemdariya enerjiyê hatine amadekirin”, bi şertê 15 milyon TL’an ê ji hêla wezaretê ve hatiye destnîşankirin, herî zêde dê ji sedî 30 alîkarî jê re were kirin.    QADÊN XWEZAYÊ DI DESTÊ ŞÎRKETAN DE NE   Di heman demê de dê qadên xwezayî bi hinceta hilberandina “enerjiya venûker” bidin şîrketan. Ji bo avakirina tesîsên beravêtiyan ên li golên bendavan, golên çêkirî û golên xwezayî şîrket mecbûr nînin destûra îmarê bigirin û dê bikarin bêyî lîsansê “hilberînê” bikin.