Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da 2024-05-23 09:35:51   NVAENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna barana zêde, toz û bagerê hişyarî da.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 23’yê gulanê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li seranserî welat dê germahiya hewayî bi ser germahiya asayî ya demsalan re be û ji bo gelek bajaran jî hişyariya barîna zêde kir. Li gorî nirxandina midûriyetê; dê baraneke zêde li bajarên Zonguldak, Kocaelî, Sakarya, Bîlecîk, Kutahya, Afyonkarahîsar û Ispartayê bibare û li benda lehî, rabûna avan, gijlok û bagerê ne. Meteorolojiyê her wiha ji ber bagerê û tozê jî hişyarî da.    Di heman demê de hat gotin ku dê li herêmên hundir jî germahiya hewayî bi qasî 3-5 pileyan bi ser germahiya asayî ya demsalê re be û li deverên din dê germahî di li gorî asayîbûna demsalê be.