Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk bi dawî bûn 2024-05-26 20:49:41   AMED - Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk ên Gerok, bi panela “Di rêveberiyên herêmî de li dijî hilweşîna ekolojîk avakirina ekolojîk” û bi belgefîlma “Wandarî” bi dawî bû.     Rojên Belgefîlman ên Ekolojîk ên Gerok ku Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Docûmentarîstê, di 24’ê gulanê de starta wê dabû bi panela “Di rêveberiyên herêmî de li dijî hilweşîna ekolojîk avakirina ekolojîk” û bi belgefîlma “Wandarî” bi dawî bû. Gelek ekolojîst û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li panela ku li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat bûn.    Di panela ku moderatoriya wê aktîvîsta ekolojiyê Çîlem Aydin dikir de nivîskar û rojnamevan Yûsûf Gursûcû têkildarî polîtîkayên hilweşandinê yên li Kurdistanê li ser çandinî, av û enerjiyê tên meşandin, pêşkeşiyek kir. Gursûcû diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê şoreşa herî mezin a mirovahiyê pêk hatiye lê îro heman erdnîgarî bi wêrankirina ekolojîk re rû bi rû ye.   Gursûcû, destnîşan kir ku li vir bandora pergala kapîtalîst nikare were paşguhkirin û wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê hilberîna enerjiyê herî zêde ji santralên jeotermal û termîk tê bidestxistin. Hilberîna enerjîyê gelekî zêde ye, lê em ji sedî 10-20 bi kar tînin. Hilberîna enerjiya din jî ji bêrîka me derdikeve. Niha di hilberîna enerjiya rojê de zêdebûnek mezin heye. Ev yek jî wê di salên pêş de di talana ekolojîk de roleke mezintir bilîze.    ‘DIXWAZIN LI SER AVÊ SERDEST BIN’    Gursucu diyar kir ku li Kurdistanê nêzî 110 bendav hene, lê av ji Rojhilata Navîn re tê firotin û got: “Hewl didin bi rêya av û enerjiyê cotkariyê biqedînin. Daxwaza me ew e ku ava li van bendavan bê pere ji gel re bê dayîn. Gursûcû li ser rêgeha bazirganiyê ya bi Iraqê re dewam dike axivî û anî ziman ku hemû bendavên li Tirkiyeyê li şûna hilberîna enerjiyê, ji bo serdestiya avê hatine çêkirin. Gursûcû bi lêv kir ku tê xwestin qenaleke avê ji herêmê re vekin û bi vî rengî gaza xwezayî veguhêzin Ewropayê û wiha domand: “Plan dikin ku gaza xwezayî ya herêmê bi rêya Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve belav bikin.”   Gursûcû, diyar kir ku gel û cotkar nikarin ji enerjî û ava ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin sûdê wergirin û got ku hemû çem tên girtin û serdestiya avê ji aliyê dewletê ve tê dabînkirin. Gursûcû, wiha domand: “Yekane tişta ku em ê bixwazin, ji bo belavkirina vê avê li şaredarî û cotkarên herêma me ye têkoşîn û berxwedan e. Divê gelê me ji bo ku ava ku pêdiviya wan pê heye ji bendan bistîne li qada xwe ya jiyanê têbikoşe. Çandiniya rastîn bê av nabe.”   GOTINÊN ABDULLAH OCALAN HATIN BIBÎRXISTIN      Gursûcû, bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêvajoya diyalogê de gotiye ku “Hûn şaredariyên çawa ne? Bi hezaran û bi deh hezaran kurd diçin û li vir û li wir wek xulam û maraba dixebitin. Tu nikarî kotaya kar ji bo mirovan biafirînî?” û anî ziman ku divê şaredarî bi ax û hilberînê ji mirovan re derfetên kar biafirîne.   DI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE RÊYA SÊYEMÎN     Piştre endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê parêzer Rûşen Seydaoglû axivî û di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser têkiliya rolên zayendî û avakirina bajaran. Seydaoglû got ku divê paradîgmaya di qada herêmî de çawa bê xebitandin û wiha got: “Îdîaya jiyana ekolojîk divê wek mekanîzmayeke ku li dijî desthilatdariyê bi awayekî resen û xweser di nav tevger û ramanê de be. Di vê wateyê de divê nîqaş li ser mafê beşdarbûn û bikaranîna bajarên heyî bê kirin. Pêwîste ekolojîst û jin di bicihanîna biryarên hatine girtin de xwedî gotin bin. Li şûna şaredariyan divê qadeke ku komunên jinan, meclîsên jinan, kooperatîfên jinan bên avakirin û ekolojîst bên cem hev, bê vekirin.”   Piştî axaftinan panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. Piştre belgefîlma “Wandarî” hat nîşandan.