Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn 2024-06-13 09:45:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn.    Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirareke zêde digihije erdên çandiniyê. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji ber êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî çoltarên bajarên Minbic, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Qamişlo û Amûdeyê zêdetirî 2 hezar hektarên erdên çandiniyê şewitîn. Li çoltarê Minbicê hezar û 961 hektar, li gundên Eyn Îsayê 219 hektar, li çoltarê Til Temirê 94 hektar, li çoltarê Zirganê 19 hektar, li çoltarên Qamişlo û Amûdeyê jî 150 hektar erdên çandiniyê şewitîn. Di heman demê de gelemperî jê Kantona Minbicê, zêdetirî 19 hezar darên zeytûn û fistiqan jî şewitîn.    Komîteyên Destwerdana Rewşên LGezgîn a rêveberiya herêmê ava kiriye tavilê destwerdana li şewatan kir û nehişt ku xesara heyî hêj mezintir bibe. Hevserokê Komîteya Şaredariyê û Endamê Komîteya Rewşên Lezgîn a girêdayî Meclisa Girê Spî Mihemed Derwîş da zanîn ku ekîbên wan 44 şewat vemirandine.    Endamê Koma Agirkujiyê ya Şaredariya Gel a Minbicê Talal Hamîdî jî da zanîn ku komên parastina sivîl û rewşên awarte li herêmê 300 şewat vemirandine.