Li Çiyayê Şengalê şewat derket 2024-06-15 10:32:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên êvarê de li Çiyayê Şengalê şewat derket û li gor agahiyan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, şaredarî, Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê û xelkê Şengalê yê li herêmê hewil didin agir vemirînin. Lê ji bagera dijwar, kontrolkirina agir zehmet e.   Li gorî agahiya nûçeya Rojnewsê duh di seatên êvarê de li beramberê gundê Qizilkendê heya digehe Heyalê yê Çiyayê Şengalê şewatek mezin derket.  Ji bo vemirandina agir xelkê Şengalê, tevî hêzên Asayîşa Êzidîxanê, YBŞ û YJŞ’ê şaredariyên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê  di nava liv û tevgerê de ne ku ji bo agir kontrol bikin. Li gor agahiyan, ji ber ku li Şengalê di van kêliyan de hêza bagerê zede ye, agir nehatiye vemirandin û her ku diçe agir berbelav dibe.   Ev cara yekem e ku di nava salê de li Çiyayê Şengalê şewat derdikeve û nehat zanîn bê ka şewat çima derketiye.