Li xaka kurdan nêzikatiya cotstandartî 2024-06-23 11:25:38 STENBOL - Ekolojîst Cemîl Aksu bertek nîşanî helwesta cotstandartî ya li dijî şewatên li Kurdistanê da û wiha got: “Ji bo dewletê ‘kurdê herî baş, kurdê mirî ye’ lewma bêwecbûna xaka Kurdistanê ji bo wan gelek girîng nîne.”  Di şeva 20’ê hezîranê de di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewat derket. Di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 74 kes birîndar bûn, bi sedan heywan mirin û gelek jî birîndar bûn. Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çoltarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gorî tespîta ji fezayê ve hatiye kirin, da zanîn ku qadeke bi qasî 66 km’an ji şewatê bibandor bûye. Tevî vê jî ji rêxistinên civaka sivîl heta siyasetmedar û rewşenbîr, hunermend û nivîskaran, piraniya raya giştî ya Tirkiyeyê bêdeng man.    Ji Tevgera Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksu têkildarî cotstandartiya li dijî Kurdistanê axivî.    XEMSARIYA DEWLETÊ   Aksu, diyar kir ku bi germbûna hewayî re ji gelek herêman agahiyên derketina şewatan tên û wiha got: “Lê îktîdar tevdîrên ji bo bajarên rojavayê welat digire, ji bo Kurdistanê nagire. Gelek caran şewatên mîna yên li Amed û Mêrdînê derketin. Piranî gundiyan bi xwe şewat vemirandin. Lê şewata vê carê pir belav bû. Meseleya esasî ew e ku walîtî û îdareya cemaweriyê balafirên vemirandina agir ne anîne. Ya din jî gundî balê dikişînin ser têlên ceyranê û ev têl piştî xwemalîkirinê nehatine rehabîlîtekirin. Ev yek bi eşkereyî xemsarî ye.”    'BERPIRSYAR ÎKTÎDAR Û DEDAŞ’IN’   Bi domdarî Aksu diyar kir ku dewlet û DEDAŞ’ê xetên ragihandinê nû nekirine û bi vê yekê re bingehek ji şewatê re amade kirine. Aksu, wiha pê de çû: “Parastina şîrketê ya di vê mijarê de trajîk e. Dema şewat derdikevin an jî di dema çandiniyê de ceyran tê birîn, xelk bertekê nîşan dide. Lê şîrket qaçaxên winda weke hincet nîşan dide. Şîrket dibêje ku ji ber bikaranîna ceyrana qaçax alîkariyê nade herêmê. Îktîdar û alîgira wê DEDAŞ, berpirsyarên sereke yên vê rewşê ne. Berpirsyarên tevahiya van mirinan îktîdar, burokrasiya herêmî û şîrket e. Lewma divê hesaba vê karesatê ji wan were pirsîn. DEDAŞ pişta xwe bi îktîdarê germ dike û bêperwa tevdigere. Sedema sereke ya şewatê û mirinan ew e ku şîrketê binesaziya pêwîst a li herêmê çênekiriye û tevdîrên pêwîst negirtiye. Şîrket, pişta xwe bi îktîdarê germ dike û berpirsyariyên xwe pêk nayîne.”    ‘JI BO DEWLETÊ NE WINDAHÎ YE’   Aksu, daxuyand ku di karesatên xwezayî yên dibin pirsgirêka cemaweriyê de girîngiyeke dewletê namîne. Aksu, wiha dom kir: “Dewlet veguheriye mekanîzmayeke wisa ku tenê berjewendiyên şîrketan diparêze. Tenê kar û projeyên şîrket qezencekî mezin jê dikin organîze dike. Lewma ne di erdhejan de ne jî di pandemiyan de ne li gel gel bû. Berevajî vê, li dijî gel sekinî û dijminatî li gelê xwe kir. Ji ber pirsgirêka kurd, rewşa li herêmê hêj xerabtir dibe. Tu wateyeke mirina kurdan a di karesatên weke şewat û erdhejan de ji bo dewletê nîne. Ji ber ku dewlet li gorî nêzikatiya ‘kurdê herî baş, kurdê mirî ye’ tevdigere. Lewma mirina kurdan a ji nexweşiyan, ji ber şewat û erdhejan, bêwecbûna xaka Kurdistanê ji bo dewletê windahî nîne. Dewlet, van tenê weke amûrekî qezenca sermayeyê zêde dike dibîne.”    ‘ÇARESERÎ TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ YE’   Aksu, da zanîn ku dewlet ji bo hemû daxwazên kurdan ên demokratîk, aborî yan jî siyasî bi nêzikatiya “terorîst” nêz dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Daxwazên gelê kurd weke ‘çalakiyên terorê’ tên nirxandin. Mijara qeyûm a îro jî yek ji van mijara ye. Qanûn û destûra bingehîn binpê dikin û îradeya gel tune dihesibînin. Têkoşîna li dijî vê, bi têkoşîna yekbûyî û mezinkirina wê pêkan e. Tekane tişta ku bi dewlet û îktîdarê bikare paşvegavê bide avêtin, têkoşîna birêxistinkirî ye.”