Li Îzmîrê şewat li daristanê ket 2024-07-03 16:37:19   ÎZMÎR - Li navçeya Bornovaya Îzmîrê agir li daristanê ket. Ji bejahî û hewayê mudaxile li şewatê tê kirin.     Ji ber sedemekî nediyar li daristana nêzî taxa Beşyola navçeya Bornovaya Îzmîrê şewat derket. Midûriyeta Daristanê ya Herêma Îzmîrê ji herêma şewatê re 6 balefir, 3 helîkopter, 20 arazoz, 6 makînêyên avê û 4 dozer şandin.     Ji ber şewatê bi armanca tevbîrê, beşekî riya Sabûncubelî ya di navbera Îzmîr û Manîsayê ji her du aliyan ve hate girtin.    Ji bejahî û hewayê mudaxile li şewatê tê kirin.