Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye 2024-07-07 09:01:09 ŞIRNEX - Newala Qoriyê ku her sal bi xwezaya xwe ya bi heybet malovaniya bi hezaran geştiyaran dike, ji ber terkexemiya geştiyaran di nava gilêş de ma ye.    Newala Qoriyê ya di navbera navçeyên Hezex û Basayê yên Şirnexê de, 26 kîlometreyan dûrî navendên navçeyan e. Newal, bi xwezaya xwe ya bi heybet her havînê ji aliyê bi hezaran kesî ve tê ziyaretkirin. Her demsala havînê Newala Qoriyê ji her deverên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji aliyê geştiyaran ve tê ziyaretkirin. Ava Geliyê Qoriyê û Çemê Dîcleyê li noqteyekî dikevin nav hev û bi zelalbûna xwe balê dikşîne.    Çemê Geliyê Newala her sal di demsala havînê ji aliyê geştiyaran ve tê qirêjîkirin û ji ber gilêşî çem bi zorê diherike. Ev gilêşê ku li ser çem kom dibe, dike ku gelî jî qirêjî bibe. Masî û zindiyên din ên di çem de jî para xwe ji vê qirêjiyê digirin. Beriya niha li vê herêma behsa xeberê gelek caran qedexe hatibû îlankirin û hat bombebarankirin. Herêma ku hêj niha jî şopên wêranî û pevçûnan lê heye, weke hafizayeke zindî dimîne.    MA / Zeynep Durgut