Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin 2024-07-28 12:32:10 AMED - Ji şêniyên Zozanên Hasandinê ku di hedefa şîrketên madenê de ye Serayî Yuce ya 85 salî wiha got: “Dewlet jî be, kî jî be em ê destûrê nedin.”    Zozanên Hasandinê yên navçeya Pasûr a Amedê bi sala ye ji ber rezervên hesin û kromê di hedefa şîrketên madenê de ye. Şîrketeke madenê ji bo nimûneyan bi sondajan û tevî leşkeran hate herêmê û şêniyên gund jî bertek nîşan dan. Şêniyên gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan, Hêlin, Beyrok û Inikayê pêdiviya xwe ya avê ji zozanê pêşwazî dikin û sewal û mêşhingivên xwe li wir xwedî dikin. Welatiyan li dijî sondajê nobet dan destpêkirin. Lewma şîrketa madenê neçar ma ku ji wir derkeve.    GEF LI SER 6 GUND Û 60 MEZRAYAN HEYE   Li herêmê gef li ser 6 gund, 60 mezra û Turbeya Hazir Baba heye. Ji şêniyên gundê Nêrçikê Recep Aslanhan anî ziman ku jiyana wan li Zozanên Haseddînê derbas dibe. Aslanhan ku mêşvaniyê dike da zanîn ku di demên berê de ji bo xebatên lêgerîna madenê rûxset ji fîrmayeke navenda wê Îzmîrê re hatiye dayîn. Aslanhan, destnîşan kir ku qeymeqamê navçeyê têkildarî lêgerîna madenan mehek û nîv berê bi keyayên gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan û Beyrokê re hevdîtin kiriye. Aslanhan, wiha domand: “Xelkê herêmê madenan naxwaze. Tevî vê jî 3 roj berê tevî leşkeran hatin herêmê û bi sondajan xebitîn. Weke gel em vê bi tu awayî qebûl nakin.”    Aslanhan, got ku bi vekirina madenan re dê herêm were talankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xaka me xerab bibe. Dê sewal û malbatên me nekarin li vir bijîn. Her 6 gundên em behs dikin dê yekser jê bandor bibin. Hasanin çiyayê herî bilind ê Pasûrê ye. Ava me ya ji vir ji bo gund û mezrayên din diçe. Heke li vir dînamît bê teqandin dê ava me mîna jehrê biherike. Dema ava me jehrî bû jî sewal, dar û bar û em ê jehrî bibin. Dê ji me re jiyan nemîne. Dê me bi darê zorê bidin koçberkirin. Tevahiya navçeyê dê jê bandor bibe. Li ser Çemê Pasûrê bendav çêkirin.  Zirar gihişt hemû navçeyê. Mirov nikare li rex çemî rûn e, yek masî nema ye. Armanca wan ew e ku jiyana li vir tune bikin. Ji bo menfaeta çendek kesan xaka vir difiroşin. Em dixwazin gelê me xwedî li xaka xwe derkeve. Bila ji ber berjewendiyên vê şîrketê xaka me tune nebe.”    ‘MA ÇI FEYDEYÊ MADENAN JI BO KESEKÎ BÛYE’   Ji gundê Koçikayê Suphî Çelîk jî destnîşan kir ku bi hezaran kesên li herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike. Çelîk, wiha dom kir: “Em hingiv çêdikin. Heke maden dest pê bikin dê sewalkarî nemîne, av nemîne, qadekî jiyanê nemîne. Ev zozan ên me ne. Çi feydeyê madenan ji bo welat çênebûye da ku bo me jî bibe. Em ê madenê qebûl nekin. Em dixwazin her kes di vê mijarê de bi hestiyarî tevgbigerin.”    'HEKE AV NEBE JIYAN JÎ NABE’    Ji gundê Şînasê Îsmaîl Yuce jî da zanîn ku ev 100 sal in li ser vê xakê dijîn û ev tişt anî ziman: “Jiyana me, zozanên me, mêşhingivên me, sewalên me û her tiştê me li vir e. Heke xebatên madenan bidin destpêkirin dê sewal, xweza tune bibin. Mêşvanî, sewalkarî dê tune bibe. Dayika min 85 salî ye lê tevî vê ji bilî zomê nikare li cihekî din bijî. Li vir bi dehan gund û sedan mezra ava xwe ji vir digirin. Bi madenan re dê ev av tune bibin. Jiyaneke bêav ne pêkan e. Mirov ji bo keyfa du, sê kesan divê xiyanetê li xak û xwezaya xwe neke. Heke em îro pêşî lê negirin dê sibe dereng be. Divê em xwedî li van deran derbikevin.”    'DEWLET JÎ BE EM Ê DESTÛRÊ NEDIN’   Dayika 85 salî Serayî Yuce ku li gund di bin konê de li golikan dinêre jî got ku ev xak ji bav û kalên wan ji wan re mane. Yuce, ev tişt anî ziman: “Dê şexsek were û van deran ji me bistîne? Dewleta ku dê van deran ji me bistîne ma dê cihekî mîna vir bide me? Em madenan naxwazin. Heta ku ruh di laşê me de hebe dewlet jî be, kî jî dibe bila bibe em ê destûrê nedin.”    MA / Mujdat Can