Xelkê Pasûrê li dijî madenan meşiya: Em ê xaka xwe nedin şîrketan 2024-07-28 15:29:15 AMED - Bi hezaran kesên li dijî lêgerîna madenan a li Zozanên Hasandinê derketin, meş li dar xistin. Welatiyan bertek nîşandan û gotin: “Em ê xaka xwe nedin şîrketan.”    Li Zozanên Hasandinê yên navçeya Pasûr a Amedê lêgerînên madenê hatin destpêkirin. Maden, dê bandorê li gundên Nêrçik, Şînas, Dimiliyan, Hêlin, Beyrok û İnikayê bike. Bi hezaran welatî li dijî lêgerîna madenan meş li dar xistin. Girseya ku li pêşiya Tubeya Hazir Baba hatin gel hev û bi dovîzên “Dest nedin jiyana xwezayî”, “Jiyana ekolojîk bi pereyan nayê firotin” û bi dirûşmên “Dest nedin xwezaya me” û “Destên dirêjî zozanên me bila bişikên” meş hat lidarxistin. Meş, heta cihê ku gundî weke Meydan pênase dikin berdewam kir. Hevşaredarê Pasûrê Mûrad Îpek, Baroya Amedê û şaxên odeyên Amedê yên girêdayî TMMOB’ê tev li bûn. Meş, bi qasî 3 km’an dom kir û piştre daxuyanî hate dayîn.    'EM Ê DEV JI ZOZANÊN XWE BERNEDIN’   Ji şêniyên herêmê Ayten Çelîk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev der axa me ye. Em van deran nadin şîrketan. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Em ê li dijî vê bisekinin. Em ê dev ji xak û zozanên xwe bernedin.”     Şêniya bi nave Sidika Aslan jî wiha got: “Em ji bo ax û jiyana xwe hatin vê derê. Em ji bo parastina mafê xwe hatin. Em mal û milkê xwe ji wan re nahêlin. Em naxwazin ev şîrket bên vê derê. Bila kesên biyanî neyên axa me dagir bikin. Dê ava me ziwa bikin û jiyana me tune bikin. Em vê naxwazin.”    Nevîn Emre jî got ku zêdetirî 20 sal in li herêmê şivantiyê dike û ev tişt anî ziman: “Hasandin mîna qazanê ye. Hem xelk ava vexwarinê jê digire hem jî ji bo avdanê. Em dev ji welat, xak û ava xwe bernadin. Em ê doza xwe bernedin.”    Melayê bi navê Ahmet Aydenîz jî berteka xwe wiha nîşan da: “Ji Hasandinê heta Andokê 7 muxtarî ji Hasandinê sûd digirin. Em xaka xwe ji bo kesekê pêşkeş nakin. Bila kesên li me guhdarin jî bizanin, bila kesên vê daxwazê qebûl dikin jî bizanin ku 7 muxtariyên herêmê bi mezrayên xwe re ne, yek hêz in û li dijî vê ne. Em vê bi tu awayî qebûl nakin.”    BARO: EM PÊVAJOYA HIQÛQÎ DIŞOPÎNIN   Li ser navê Baroya Amedê Resûl Almastaş axivî û wiha got: “Baroya me dê li dijî vê binpêkirina maf bisekine û têkoşîna li dijî rantê mezin bike. Em ê tevî xelkê herêmê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Projeyeke ku dê 7 tax û mezrayan texrîb bike nayê qebûlkirin. Weke baro dê piştevaniya me bi gelê herêmê re bidome.”    Li ser navê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê Mûrat Sari jî wiha got: “Em bi gelê xwe re ne. Kana madenê ne ji bo feydeya gel e. Dê zirarê bide dewlemendiya axê û avên sererd û binerd. Em ê pêvajoya ÇED’ê bişopînin û bi gelê xwe re bin.”    'ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’   Ji Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgîn jî ev tişt anî ziman: “Em ê li vir lêkolînê bikin û em ê bibînin bê ka kesên dixwazin madenê çêbikin dê çi zirarê bidin me. Em ê bi gelê xwe re bin. Em spasiya gelê xwe dikin ku xwedî li xweza, çand, ax û nasnameya xwe derdikevin. Weke komeleyan ji bo li vir maden neyên vekirin a ji destê me tê em ê bikin.”    Di daxuyaniya bi navê keyayên gundan hatiye xwendin de jî hat gotin ku ew naxwazin li herêmê lêgerîna madenan bê kirin û navendên madenan bên avakirin.